AZAD AGIR / FRANKFURT
Li Ewrûpayê di lîgên amator û profesyonel de tîmên Kurdan bi pirranî li dijî reqîbên xwevê hefteyê jî serketî bûn. Li herêma Fransayê Normandiyê jî di maçên kupaya herêmî de FC Jiyan Kurdistanê zora tîma As La Boulle Moulin bir. FC Jiyan Kurdistanê 2 gol avêtin reqîbê xwe û hîç gol nexwarin. Bi vî awayî ew ê di tûra jortir de maçan dewam bike.
FC Ferad 6 gol avêtin
Li Swîsreyê di lîga 4´an di koma 2´yan de FC Ferad 6 gol avêtin reqîbê xwe FC Arkesheimê. Maç 6 û 4 bi dawî bû. FC Ferad hefteya bê çarşemê di çarçoveya Kupaya Neapler Basler de li deplasmanê bi FC Lausen re maçê bike.
Li Swêdê di lîga 1´ê de Dalkurd vê hefteyê li seheya xwe bi Sollentuna FK re maç kir. Têman hev nebir û heryekê 2 gol avêtin reqîbê xwe.
Di lîga Swêdê ya 2´yê de FC Newroz jî li seheya xwe zora tîma Idrottsklubben-Fanke bir. FC Newroz 2 gol avêtin û 1 jî xwar.
Finnkurd a li Helsînkiyê di lîga sisiyiyan de dilîze, di playoffê de maça xwe ya didiuyê li dijî LPS kir. Finnkurdê 3 û 1 û zora reqîbê xwe bir û di koma xwe de bû yekemîn. Maça sisiyan a Finnkurdê ya playoffê îna bê bi tîma HPS re ye. Heger Finnkurd di koma xwe de bibe yekemîn, wê bi lîderê koma din re ji bo şampiyoniyê 2 maçan bike. Kî bi ser keve wê derkeve lîga 2´yan.
Encamên tîmên li Elmanyayê
Encamên maçên vê hefteyê yên tîmên Kurd ên di lîgên li Elmanyayê de wiha ne:
SC 1960 Hanau: 5 - Spvg 05 Oberrad: 3
ASV Hamburg I: 1 - Dersimspor I: 1
Dersim Rüsselsheim: 2 - SKV Rot-Weis Darmstadt: 0
FC Roj: 3 - Teut SuS Waltrop: 1
Kurdischer FGl: 1 - TSG Wieseck: 3
Vorw. Wicker I: 4 - FC Bingöl 12 I: 2
FC Saarbrücken II:1 - Kandil Saarbrücken: 1
FC Serkeftin 92: 2 - FC Golstein: 0
FC Serkeftin II: 2 - SG Riederwald II: 1
SSG Langen II 3- Munzur OF: 2