Cenazeyên 6 gerîlayên Kurdistanê ev 35 roj in li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin û dewleta Tirk a dagirker cenazeyan nade malbatan. MEBYA-DER'ê derbarê mijarê de daxuyanî da û got, "Ew dixwazin bi wî awayî êşa malbatan zêde bikin. Lê malbat wê xwediyê doza zarokên xwe bin û xwedî li zarokên xwe derkevin."
Li Şirnexê, cenazeyên 6 gerîlayaên HPG’ê ku di şer de li çiyayên Gabar û Cûdî jiyana xwe ji dest dabûn, ev 35 roj in li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên rawestandin. Rayedarên dewleta Tirk van cenazeyan radestî malbatên wan nakin. Cenazeyan bi hinceta ku encamên testên DNA’yê eşkere nebûne, nadin malbatan. Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan ji Dest Dane (MEBYA-DER) derbarê mijarê de daxuyanî da.
 
Zilma wan wê li wan vegere

Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag diyar kir ku helwêsta tê bikaranîn li dijî mirovatiyê ye û got, "Malbat bi rojan e li ber deriyê morgê sekinandine. Li gel ku malbatan cenaze teşxîs kirine jî wan nadin malbatan. Kirinên li dijî goristan û cenazeyan, dixwazin êşa malbatan zêde bikin. Zorê li malbatan dikin, dibêjin 'ew keç û kurên we yên ku jiyana xwe ji dest dane, divê hûn ji nifûsa xwe derxînin'. Ew tişt nayê qebûl kirin. Ev zilma ku li malbatên Kurd tê kirin, wê li zilimkaran vegere. Malbat wê heta dawiyê xwedî li zarokên xwe derkevin û dilsozê doza wan bin."

AMED