Nerazîbûnên li dijî helwêst û siyaseta şerxwaz a PDK’ê ya li beramberî PKK’ê zêde dibe. Li ser vê yekê nûnerên partiya Hizba Şuî Kurdistan, Tevgera Azadî û Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan ên li Germiyanê ji Rojnewsê re axivîn. Her wiha nûnerên partiyên siyasî yên li Germiyanê bang li PDK’ê dikin ku aqûbeta gerîlayên 26’ê Tîrmehê li Xelîfanê êrişê wan hat kirin û xeber jê nayên standin, eşkere bike.
‘Destê xwe bidin hev’
Endamê Serkirdayetiya Hizba Şuî Kurdistan Ehmed Mecîd, dibêje li cem wan şerê birakujî sûcekî herî mezin e û wiha dipeyive: “Şerê birakujî xwesteka dijminane ye ji bo em hevdû tine bikin. Tişta ku niha dewleta Tirk li beramberî Kurdan dike, jenosîd û dagirkerî ye. Ji bona wê divê hemû hizbên Kurdistanî destê xwe bidin hev û li dijî dagirkeriya Tirk bi sekinin.
PDK helwestek xirab nîşan dide. Beyanama PKK’ê ji bo yekgirtin û aştiyê bû. Ev peyam cihê destxweşiyê ye. Nabe ne PDK ne jî ti hezibek din ên Başûr ji PKK’ê re bêjin dagirker. Ew ne dagirker in ne jî mêvan in. Ji bo PKK û hemû hêzên din ên Kurdî ferqa ti parçeyek nake û dikarin li her çar parçan jî bimînin, kesek jî nikare vî mafî ji me wergire.”
‘Rojane li gel dewleta Tirk rûdinin’
Hevserokê Tevgera Azadî ya herêma Germiyanê Hawrê Cebar jî li ser mijarê wiha diaxive: “Niyeta PDK’ê şerxwazî ye û wisan diyar e ku li gel dewleta Tirk a dagirker de li dijî Kurdan û zarokên Kurdan di nava komployekê de ne. Tevî ku gelek carin PKK bang li PDK’ê dike pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin û yekgirtina xwe çêkin, lê PDK ti danûstandinek nake. Lê li aliyê din li gel balyozê Tirk rûdinin û pilanên qirkirina Kurdan datînin. Rojane li gel dewleta Tirk rûdinin û lihevkirinên nû dikin.”
‘Pêwîstiya me Kurdan bi yekrêziyê heye’
Berpirsê Hizba Zehmetkêşên Kurdistan a Germiyanê Goran Rehîm jî diyar dike ew wek Hizba Zehmetkêşan li dijî şerê Kurd bi Kurd in. Goran Rehîm her wiha dibêje ij şehîdkirina pêşmerge û wendakirina gerîla îşaretên metirsîdar in û wiha qise dike:’’Niha aliyek daxwaza aştiyê dike, divê aliyê beramber jî mil bide ber aştiyê. Niha ji her demê zêdetir pêwîstiya me Kurdan bi yekrêziyê heye. Ji ber ku dagirkeriyek berfireh li ser Kurdistanê heye.”
NAVENDA NÛÇEYAN