• Ji fermandarên HPG'ê Ali Haydar Dêrsim di êrişên dewleta Tirk a dagirker de li Herêmên Parastinê yên  Medyayê 17´ê Tîrmeha 2022´yan şehîd bû. HPG´ê ew weke milîtanê şer û jiyanê bi nav kir.  

HPG’ê ragihand ku Alî Haydar Dêrsim (Bîlal Karakuş) şehîd bûye û got; “Em soz didin ku hertim xwedî li bibîranîna fermandarê leheng hevrê Alî Haydar derkevin û armancên wî yên pîroz  bi ser xînin.’’

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê şehîdbûna Alî Haydar Dêrsim eşkere kir û got; "Ewladê leheng ê xelkê me yê Dersimê, milîtanê pêşeng ê partiya me PKK'ê û fermandarê gerîla yê wêrek hevrêyê me Alî Haydar 17'ê Tîrmeha 2022'an de şehîd bû. Fermandarê me yê leheng 30 salan bêrawestan, ji çiyayên Kurdistanê heta bi çiyayên Tirkiyeyê li her qadê bi baweriyeke mezin, fedakariyeke bilind û îradeya ji pola têkoşiya. Bila serê malbata welatparêz a hêja ya fermandarê me yê leheng û xelkê Dêrsimê sax be. Bila serê gelê Kurdistanê yê welatparêz û hevrêyên me sax be ku li her qadê bi biryardariyeke mezin li ser xeta Apoyî têdikoşin. Em soz didin ku her tim xwedî li bîranîna fermandarê leheng hevrêyê xwe Alî Haydar derkevin û armancên pîroz ên ku di oxira wê de emrê xwe da, teqez bi ser bixînin.

Xelkê me yê Dêrsimê bi sekna xwe ya li dijî dagirkerî û dagirkeran, li çiyayên serbilind ên Kurdistanê bi berxwedana xwe ya ji bo parastina ziman, nasname û çanda xwe, di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî taybet e. Dêrsim ku yek ji wan qadên destpêkê ye ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê lê belav bû, bi deh hezaran ewladên xwe yên leheng beşdarî nava refên têkoşînê kirin û bi pratîka xwe bi xurtî nîşan da ku li ser şopa felsefeya Rêber Apo ye.

Hevrêyê me Alî Haydar jî li nav malbateke welê ji dayik bû ku dilsozê kevneşopiya berxwedanê ye û xwedî kedeke mezin e. Hevrêyê me Alî Haydar bi çîrokên têkoşîn û berxwedanê yên Seyîd Rizayan, Elîşêran, Zerîfeyan û Besêyan mezin bû, li dijî dewleta Tirk a mêtinger bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me Alî Haydar baş zanîbû ku têkoşîneke gel a rêxistinbûyî nebe serketin ti carî pêk nayê, lewma kete nava lêgerîna zemîneke rast û bi bandor a têkoşînê. Hevrêyê me PKK ji nêz ve dişopand û ji dil bawer kir ku agirê azadiyê yê ku Rêber Apo pê xistiye, wê armanca paşeroja azad a gelê me pêk bîne. 

 

Li Kurdistan û Derya Reş gerîlatî kir

Hevrêyê me di sala 1993'an de li herêma Erziromê dest bi gerîlatiyê kir û bi tecrûbeya xwe 4 salan bênavber têkoşîneke serketî meşand û çû herêma Dêrsimê. Hevrêyê me Alî Haydar li Dêrsimê di nava pratîkê de bi pêş ket, tevlî gelek çalakiyan bû û tevî hevrêyên xwe derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xist. 

Hevrêyê me Alî Haydar bi danheviya xwe ya bêdawî ya li nava refên têkoşînê di her karî de bi ser ket, li qadên ku dewleta Tirk a faşîst xwe lê rehet û serwer didît, baweriya xwe bi lêdana derbên mezin anî û li ser vî bingehî sala 1998'an weke fermandarekî pêşeng çû herêma Derya Reş. Ji bo hesab ji dagirkeran bipirse her firsend kir çalakî û bû tirsa dilê dewleta faşîst. Piştî Derya Reş vegeriya Dêrsimê, heta sala 2001'ê li vê herêmê têkoşîna xwe dewam kir. Piştî pratîka li herêma Qendîlê, sala 2003'an careke din berê xwe da Bakurê Kurdistanê û demekê li Amedê gerîlatî kir. Bi eşq û dilsoziya mezin a bi xaka pîroz a Dêrsimê re nekarî zêde jê dûr bimîne û sala 2004'an vegeriya Dêrsimê. Heta sala 2009'an li herêmên Dêrsim, Derya Reş û Koçgirî gerîlatî kir, her kêliya xwe ji bo pêkanîna hêviya azadiyê ya gelê me derbas kir. Bû yek ji fermandarên mînak ku xwedî tecrûbeya salan û danheva bêdawî. Di sala 2009'an de vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê, li perwedeya Ocaxa PKK'ê xwe di felsefeya Rêber Apo de şarezatir kir û bû fermandarekî mînak ê xeta serketinê ya serdema nû.

 

Timî di hembêza çiyê de bû

Li hemberî êrişên qirkirinê yên sedsala 21'ê yên li hemberî gelê Kurd, bi taybetî jî li hemberî xelkê me yê Êzîdî hate kirin, weke fermandarekî pêşeng ê Hêzên Parastina Gel ku hêza rewa ya parastinê ya gelê me ye, li qadên ku çeteyên DAIŞ'ê lê bûn, li dijî çeteyên qirker şerekî bi bandor kir. Hevrêyê me Alî Haydar tevî şervanên wêrek ên gelê Kurd û hevrêyên xwe yên Apoyî, gelê me ji êrişên qirkirinê parast, wezîfeya xwe ya azadiyê bi cih anî û piştre li çiyayên Kurdistanê vegeriya, têkoşîna li dijî dewleta Tirk dewam kir.

 

Fermandarekî serketi bû

Hevrêyê me Alî Haydar hem li Derya Reş, hem li Dêrsimê hem jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê di fermandariyên eyaletan de wezîfe kir, gelek wezîfeyên fermandariyê bi serketî bi cih anîn û xwe gihand asta cihgirtina li fermandariya herêmê. Bi kesayetiya xwe ya kedkar, sade û durist li her deverê hevrêyên wî û gelê me jê hez kir û bi qedrê wî zanî. Di şexsê hevrê Şehîd Aydin de ku xizmê wî bû û sala 1994'an li Dêrsimê şehîd bû, xwedî li têkoşîna şehîdên me yên nemir hemûyan derket. Di nava têkoşîna xwe ya 30 salan de gelek hevrêyên xwe perwerde kirin, gelek fermandarên hêja gihandin, serê hevrêyên xwe timî bilind kir, bi qasî şer di nava jiyanê de jî bû milîtanekî mîna derwêşan, fedakar û fedaî yê xeta Rêbertî.”

Nasnameya şehîdî weke li jêr hat eşkerekirin:

* Alî Haydar Dêrsim (Bîlal Karakûş) ê li Dêrsimê hatiye dinê, kurê Zulkuf û Dogan, 17'ê Tîrmeha 2022´yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN