- Berhema hunermendê kolanan ê Ingilîzî Banksy ê ku hatibû parçekirin bi 18,5 milyon sterlînî hate firotin.
Berhema hunermendê kolanan ê Ingilîzî Banksy ê ku hatibû parçekirin bi 18,5 milyon sterlînî hate firotin.
Berhema bi navê “Keça bi balona sor” ya Banksy di sala 2018’an pêşî hatibû firotin û paşê jî berhem mekanîzmayekê hatibû parçekirin. Lê niha dîsa bi bihayeke mezin hat firotin. Mala muzayedeya Sotheby’s berhem bi navê “Evîn di qutiya çopê de” dîsa derxist bazarê û firot.
Sotheby’s got ku mekanîzmaya ku tablo parçe kiriye jî li ser tablo ye û ew jî li çarçoveya tablo zêdekirine. Ev tabloyê ku keçikek dixwaze xwe bigihîne baloneke sor yek ji berhemên herî navdar yên Banksy ye.
NAVENDA NÛÇEYAN