Ev serhildana Jin Jiyan Azadî ye
Çarşem 21 Çile 2026 - 14:45

- Endamê Meclisa PJAK’ê, Mazlum Heften, êrişên rejîma Îranê yên li dijî gel wekî "sûcên şer û qirkirinê" bi nav kir û got ku ev serhildan berdewamiya şoreşa 'Jin, jiyan, azadî' ye.
Di 28'ê Kanûna 2025'an de li dijî qeyrana aborî û tepeserkirinê, gel li Bazara Mezin a Tehranê ya Îranê dest bi xwepêşandanan kir û ev çalakî li seranserî welat belav bûn. Çalakiyên ku di destpêkê de bi daxwazên aborî dest pê kirin, di nav de bajarên mezin ên wekî Tehran, Îsfehan, Meşhed, Şîraz, Kirmaşan û Qum jî li herî kêm 30 bajar û zêdetirî 250 cihan belav bûn. Her wiha çalakî veguherî tevgereke gel ya dijî rejîmê ya berfireh. Mudexeleya tund a hêzên rejîmê bû sedema kuştin, birîndarbûn û girtina bi hezaran kesan.
Endamê Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Mazlum Heften têkildarî geşedanên li Rojhilat, Îran û Rojava axivî.
Mazlum Heften, diyar kir ku hejmara mirovên ku di xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê de hatine qetilkirin pir zêde ye û wiha axivî:" Hemû gelê berxwedêr û serhildêr ê gelê Kurd slav dikim. Bi taybetî jî gelê Loristan, Îlam û Kirmaşanê silav dikim. Rêz û hûrmeta xwe ji hemû şehîdên şoreşê re dişînim û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazim. Rewşek niha heye û ev jî berdewamiya şoreşa, 'Jin, jiyan, azadî ye.' Bi şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ re gel biryara xwe jiyana bi rûmet daye. Ser vî esasî tiştekî dibêjîn, tiştekî dixwazin û ev jî bi heq e. Karê ku tê kirin bi coş e û gel bi xwe biryara vê daye û vê biryarê cih de dibîne. Weke ku dijmin dibêje, 'mudexeleya derve heye, Emerîka û Îsraîl li pişt e' ev ne rast e. Gel li dijî zilm û neheqiyê serî hildaye. Ji ber ku tundî li hemberî wan dihat kirin tedbîrên xwe digire û xwe diparêze. Rewşek heye ku ev demeke peywendî qut e. Lê tişteke ku mirov jê fêm dike cuda cuda agahiyan digirin hejmara şehîd û birîndaran pir e. Bi taybetî li Kurdistanê bi giştî ev hejmar pir zêde ye. Bi taybetî li Sine, Kamyaran, Kirmaşan, Îlam, Loristan û ber bi herêmên din zêdetir e. Hejmara girtiyan pir e, îşkence pir e û bêrêzî pir e. Rewşeke ku dijmin bi alîkariya derve bi taybetî bi alîkariya Rûsya û Çînê êriş dike û peyvendiya gel a ji derve qutkirin e. Ev kirin sûcê şer e. Gel ji komkujiyê re derbas dikin û qir dikin. Rewş wisa kiriye ku yekî dikujin û li gel didin ferzkirin ku bibêjin ku ew kes rejîmê nekuştiye. Bi taybetî gel didin ferzkirin ku ji PJAK'ê enfermasyon bikar bînin. Ji malbatên ku cenazeyên wan di morgê de ye bi pere cenazeyên wan didin. Tişta ku em jê fêm dikin li ser gelê me komkujiyê birêve dibin.”
Mazlum Heften, da zanîn ku dewleta Tirk di êrişan de roleke esasî dilîze û armanc dike ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku hatiye destpêkirin bixitimîne û wiha pê de çû:" Dewleta Tirk bi vê kirinê hem xwest piştevaniya xwe ya nîzam û komariya Îran nîşan bide û hem jî xwest pêşî li projeya çareseriya Rêber Apo bigirin. Esas ev proje xera kir. Pêşî li hewledayina çareseriyê girtin. Ji ber wê xwest vê qirkirinê pêk bîne û ser vî esasî piştgiriyê bide hevalbendên xwe. Çimkî dizanî serhildanek heye û ev rewş wan jî dê bandor bike. Raya giştî divê bizanibe ew seferberiya hatiye ragihandin ne tenê ji bo Rojava, seferberiyeke bi giştî ye. Ew hişmendiya DAIŞ'î ku Tirk li pişte dişibe sala 2011'an. Vê jî nîşanî me da ku hem Kurd û hem jî hemû azadîxwaz seferber bibin."
Mazlum Heften, bal kişand li ser israra rejîma Îranê ya neguhertin û veguhertinê û got ku heke rejîm di vê de israr bike dê encamên wê pir giran bin û got: “Niha pêwistiya gelê Kurd bi yêkitiyê heye. Kengî ku Kurd bûne yek encam ji wê yêkitiyê girtine. Niha yekgirtinek di nava Kurdan de heye. Ev yêkitî niha di nava hemû pêkhatiyên Îranê de jî çêbû ye. Îran niha di serdema guhertinê de ye û ev guhertin jî divê demokratîk be. Heke ku daxwazên gel esas neyên girtin dê bên guhertin."
MA / WAN /ZEYNEP DÛRGÛT







