Ev pêvajo mîrateya Çaran e
Şemî 17 Gulan 2025 - 03:45
- Çaran, di 17'ê Gulana 1982'an de li Girtîgeha Amedê ya Hejmar 5'an bedena xwe dabûn ber agir. Endamê Înîsiyatîfa 78'an Huseyîn Bariş ê bi Çaran re li Girtîgeha Amedê maye got:’’Pêvajoya ku em îro tê de derbas dibin, mîrateya Çaran e."
Di 12 Îlonê 1980’an de li Tirkiyê darbeya leşkerî çêbû. Piştî darbeyê rejîm, Girtîgeha Leşkerî ya Amedê ya Hejmar 5’an vediguherîne navenda êşkenceyê. Di pêvajoyên darbeye de Çaran, li dijî zext û zordariya rejîmê bedena xwe dan ber agir. Piştî çalakiya Çaran 43 sal derbas bû. Di nav Çaran de Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn ve Necmî Oner hebû.
Di çalakiya 17'ê Gulana 1982'an de Endamê Înîsiyatîfa 78'an Huseyîn Bariş jî li heman girtîgehê bû. Bariş şahîdiya xwe ya wê demê anî ziman ku ew li kêleka qawîşa Çaran maye û beriya pêvajoya girtîgehê Ferhat Kurtay ji Merdînê nas kiriye. Bariş da zanîn ku di Tîrmeha 1981’an de ew birine Girtîgeha Hejmar 5’an û got:“Wê deme heval beriya min, di 1979’an de, hatibûn girtin. Ji ber vê yekê ew di qawîşa 33’an de, em jî ya 34’an de diman. Di navbera me de korîdorek hebû, di navbera deriyên me de 2 metre mesafe hebû.”
Hovîtiya herî giran hate kirin
Bariş da zanîn ku çalakiya Çaran, di pêvajoya zext û zordariya herî dijwar de çêbû û got:“Beriya çalakiya Çaran, Mazlûm Dogan di qawîşa 35’an de şehîd bû. Newroza 21’ê Adarê bi canê xwe pîroz kir. Nexwe heval bi xwe bi hev re xebitîbûn û hev jî nas dikirin. Çaran ji bo bikaribin bibin bersiva çalakiya Mazlûm Dogan di qawîşa 33’an de biryar girtibûn û li ser vê esasî çalakî lidarxistin. Dibû bi awayekî din jî çalaki lidarbixistana lê bedena xwe dan ber agir ji bo nîşandana zehmetiya jiyana girtîgehê girîng bû û bi vê çalakiyên xwe jî serketin.”
Dengê teqîn û dirûşmeyan
Bariş li ser şeva ku Çaran bedena xwe dan ber agir axivî û got: “Di seat 04:00’an de dengê teqîn û qêrînê hat. Tu kes bawer nedikir ku li girtîgehê teqînekî wiha çêbibe. Pace û deriyên me hejiyan. Bêhna boyaxê hat. Pişt re jî denge sloganan hat. Gelemşe çêbû û 3-4 deqe şûn de gardiyan hatin gotin dûr bikevin û ketin hûndir. Piştî 45 deqeyan Esat Oktay hat. Dengê leşkeran dihat, agahî dabûn rêveberiya girtîgehê. Ji bo paqijiyê ji me 12 kes xwestin. Me jî di nav xwe de yekeya paqijiyê avakir. Me ji wan re got 'Heta cihê bûyerê hûn çi bibînin ji me re bibêjin.' Piştî 15-20 deqeyan hevalên me vegeriyan û çi qewimiye ji me re gotin. Navên hevalên Çaran li korîdorê li ser maseyekî dîtibûn û ji me re gotin. Me jî fêm kir ku çalakiyeke mezin pêk hatiye.” Bariş da zanîn ku di roja duyemîn de hevalekî ji Cizîrê ji qawîşa wan hatiye cem wan û behsa bûyerê kiriye û got:“Dema me guhdar kir, armanca çalakiyê zelal bû. Li Girtîgeha Hejmar 5’an de rojane nêzî 4-5 hezar kes rûbirûyê êşkenceyê dibûn. Bê navber sirûdên xwe didan guhdarkirin û mirov dixistin hûndirê kanalîzasyonê. Dema girtî ji cihêkî derbasî cihêkî din dibûn, bi nizama leşkeri dibirin. Ev hovîtî bi deste Esat Oktay dihat kirin. Nîşaneyên mirovahiyê nemabû, ev zilm jî bû sedema vê çalakiyê. Bedelên mezin hatin dayîn. Jixwe tenê çalakiyekî bi vî rengî dikaribû me ber bi serkeftinê ve bibe. Ji bilî vê ev hovîtî dê dewam bikira.”
Encama mîrateya çaren e
Bariş, bi bîr xist ku Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz piştî çalakiya Çaran a 14'ê Tîrmehê di çalakiya rojiya mirinê de şehîd bûne û got:“ Heval wê demê jî berxwedaneke mezin nîşan dan. Ev jî bû sedema guherîna rêveberiya girtîgehê. Şert û merc baştir bû û ev yek encax bi berxwedaneke mezin pêkan bû. Di encama van berxwedanan de li girtîgehê guherînên mezin çêbû û ji bo girtiyên ne siyasî jî bandorekî mezin avakir.” Bariş, da zanîn ku divê ji wan rojan ders bê girtin ku pêvajo bi yek milî nayê meşandin û got:"Jiyana ku em îro dijîn bi saya mîrateya ku Çaran ji me re hiştiye ye, divê dewlet ji bo aştiya bi rûmet çi pêwîst be, bike û wisa nêz bibe. Tevgera ku bi Çaran destpêkiriye îro bandor li ser tevahiya cihanê dike. Ev yek bi saya keda wan çebû û ez bi rêzdarî wan bi bîr tînim.”
MA/MUJDAT CAN