Balafirên dewleta Tirk a dagirker pêr êvarê li gundê Reşankê yê ser bi bajarokê Zawîte yê ser bi Dihokê, otomobîlek kirin hedef. Ev jî beşek ji êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê ye. Çapemeniya Başûrê Kurdistanê pêş bi şev nûçe gava zû zû belav kir, agahiyên xwe spartin berpirsiyarê asayîşa PDK´ê li deverê Muşîr Gulî. Vî kesî gotiye, êriş li dijî PKK´ê bûye û di êrişê de 3 endamên PKK mirine yek jî birîndar bûye. Beriya niha gava ku sivîl û heta pêşmergeyên PDK´ê jî di van êrişan de hatin şehîdkirin, van rayedaran, heger ne bi qesta neyariyê be, bi heman xefletê gotibû, êriş li dijî PKK´ê bûye. Ev helwêsta wan a siyasî û tevgerên wan ên weke fermanberên dewleta Tirk û dûrbûna wan ji berjewendiyên gelê Kurd serweriya hikûmeta wan bi xwe, êdî ne cihê minaqeşeya li vir e.
Lê belê tevî ku çapemeniya Başûr bi dehan caran şahidî li vê kir, çima radihêje van gotinan û pê re pê re belav dike? Ev yek weke rojnamevanî jî ne rast e. Lewma, piştî ku ev çavkaniyên hanê bi dehan caran derewan dikin, êdî divê mirov beriya agahiyên wan bide yan agahiyê bide piştrastkirin, yan jî bi bîr bixe ku berê wan derew kiribûn. Ji weşanên partiyên desthilatê helbet ev hêvî nayê kirin, lê weşanên ticarî û yên partiyên mixalefetê dikarin vê bikin. Divê bikin. Rojnamevanî ne neyariya berjewendiyên giştî yên civakekê ye. Nabe bibe.

DIHOK