• KCK’ê êrişa Îsraîlê ya li dijî nexweşxaneya li Xezeyê weke komkujî û êirşa qirkirinê şermezar kir û got: Zirhêz naxwazin meseleyê çareser bikin. Çareserî Neteweya Demokratîk e.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê êrişa li dijî nexweşxaneyeke li Xezeyê de daxuyaniyeke nivîskî da û got: "Dewleta Îsraîlê doh [pêr] bi şev li Gazzeyê êrîşeke hewayî bire ser nexweşxaneyekê û di vê êrişê de mixabin bi sedan mirovan canê xwe ji dest da. Ev êrişa ku dewleta Îsraîlê kiriye, êrişeke komkujî û qirkirinê ye. Em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin. Vê bûyera bi êş û giran a bi ser gelê Filistînê de hat, em gelekî êşandin. Em gelekî xemgîn in. Em sersaxiyê ji xelkê Xezeyê û ji tevahiya gelê Filistînê re dixwazin. Em careke din piştgiriya xwe ya bi gelê Filistînê û doza wan a heq re nîşan didin. Têkoşîna gelan a li dijî zilmê, teqez wê bi ser bikeve û hesab ji komkujeran hemûyan bê pirsîn.

Naxwazin pirsgirêk çareser bibe

Mixabin ev êrişên dewleta Îsraîlê li pêş çavên tevahiya cîhanê têne kirin. Dewlet û hêzên hegemonîk ne ji bo çareseriya pirsgirêka Filistînê, lê belê li gorî berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî tevdigerin. Bi çi rengî nêzî gelê Kurd dibin, bi heman rengî nêzî gelê Filistînê jî dibin. Ti hêza hegemonîk û dewlet naxwaze pirsgirêka Filistînê bi rengekî siyasî çareser bibe û ne alîgirê jiyana hevpar a demokratîk û wekhev a gelên Ereb û Cihû yên li Rojhilata Navîn e. Ji bo vê yekê hewl nadin, naxebitin. Pirsgirêka Îsraîl-Filistînê û rewşa heyî ji bo polîtîkayên xwe bi kar tînin. 

Derdê dewleta Tirk ne çareserî ye

Têkildarî polîtîkayên qirkirinê yên li dijî Filistînê, bi qasî dewleta Îsraîlê ev hêz jî berpirsyar û sûcdar in. Her yek xwe li aliyê yekî nîşan dide û ev yek jî helwêsteke xapînok e. Yek ji hêzên ku herî zêde vê dike jî dewleta Tirk e. Derd, hewldan û karê dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP'ê ne ji bo çareserkirina pirsgirêka Filistînê ye, armanca xwe ew e ku li Rojhilata Navîn pêşî li avabûna hevsengiyekê bigire da ku polîtîkayên wê yên têkildarî qirkirina Kurdan nexe xeterê. Bi temamî ji bo vê armancê tevdigere. 

Çareserî Neteweya Demokratîk e

Gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê divê bi vê helwêstê zanibin û bi piştevaniya xwe ya ji bo gelê Filistînê bêhtir têbikoşin û têkoşînê xurt bikin. Gelekî girîng e ku di serî de gelên Ereb û Cihû bi vê nêzîkatiya dewletan zanibin û di nava têkoşîna piştevanî û rizgariya hevpar de cih bigirin. Gelê Kurd jî divê piştevaniya xwe ya bi gelê Filistînê re bêhtir destnîşan bike û têkoşîna xwe bi vê helwêsta piştevaniyê, dewam bike. Çareseriya yekane û rasteqîn a pirsgirêkên li Rojhilata Navîn mejî û helwêsta Neteweya Demokratîk e ku Rêber Apo destnîşan kiriye. Ya ku vê çareseriyê pêk bîne jî têkoşîna hevpar a gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî ya gelên Kurd, Ereb û Cihû ye. Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd em vê komkujiyê careke din bi tundî şermezar dikin, sersaxiyê ji gelê Filistînê re dixwazin, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Divê gel bi têkoşîna xwe li ber van êrişan rabin, dewlet jî dest ji helwêsta xwe ya durû berdin ji bo rawestandina van êrişan û çareseriya pirsgirêka Filistînê bikevin nava hewldanan."

Bi gur re dikuje bi xwedî re digirî

Dewleta Tirk komkujiyên li dijî sivîlan qaşo rûreş dike, lê di heman demê de destûrê dide keştiyên xwe ku sebze û mêwe bifiroşin Îsraîlê. Hat zanîn ku keştiya fîrmeya kurê serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdoganî, Bilal Erdogan, 4 hezar û 500 ton sebze û mêwe birine bendera Heyfa ya Îsraîlê. Van kirinên malbata Erdogan, gotina Kurdî “bi gur re dikuje, bi şivên re dixwe û bi xwedî re digirî” anî bîra mirovan. 

NAVENDA NÛÇEYAN