• Ji rewşa heyî di dereceya yekê de PDK û malbata Barzanî, di dereceya diduyê de YNK û malbata Talebanî berpirsiyar in. Lê hêzên muxalefetê, Tevgera Gorran û civaka Kurdî bi xwe jî bi civaka sivîl, çapemenî û rewşenbîrên xwe ji vê rewşê berpirsiyar in. Diviyabû bêhtir bixebitin da ku PDK û YNK'ê nekaqriya vê çetegeriyê damezrînin. 

LUQMAN GULDIVÊ

 

Li ser raperîna xelkê li Başûrê Kurdistanê li dijî desthilata heyî, em bi rojnamevan û akademîsyen Kemal Çomanî re peyivîn. Hevdamezrînerê Kurdistan Timesê Kemal Çomanî di dereceya yekê de PDK û YNK’ê ji rewşa heyî ya xirab a Başûrê Kurdistanê berpirsiyar digire, lê rexneyê li xwe, li mixalefetê û bi giştî civakê jî digire ku hiştin ev desthilatdarî û çetegeriya wê cîbicî bibe û heta îro dewam bike. Ew dibêje sîstema heyî bazar bi partiyan dagir kiriye û kiriye ku sîstemên herî xirab ên tenduristî û perwerdeyê yên Rojhilata Navîn li Başûrê Kurdistanê ava bibin. Bi ya wî hêza PDK’ê nîne ku karibe vê desthilatê demeke dirêj wisa dewam bike û bikaranîna tund û tûjiyê ya xwepêşanderan jî rewa dibîne ji ber ku desthilatê ji wan re rêyeke din nehiştiye. 

Li Başûrê Kurdistanê niha çi diqewime, bi awayekî besît mirov çi ji vê rewşê fêm bike?

Ji bo ku em fêm bikin ka li Başûrê Kurdistanê niha çi diqewime, divê em vegerin beriya bi 30 salan. Hingê xelkê Başûrê Kurdistanê li beramberî rejîma Beesê, li dijî Sedam Huseynê dîktator raperî, serî hilda. Daxwazên wî azadî, edaleta civakî û aborî bûn ji bo jiyaneke baştir. Da ku dawî li hukmê malbatan, hukmê hişk, hukmê çend çeteyên siyasî bê. Lê di nava van sî salên bihurî de xelkê Başûrê Kurdistanê di bin hukmê siyasî yê du binemalan de bû. Di warê siyasî, di warê civakî, di warê aborî de û heta di warê insanî de rojane rûmet û kerameta wan rojane tê şikandin.

Dibe ku nifşên pêşî ev rewş qebûl kiribe, lê ev nifşê dawî vê qebûl nake. Ji ber ku ev nifşê ez jê re dibêjin nifşê  Tîk Tok, nifşê smartfon, nifşê medya civakî, yanî ew ê dinya jê re dibêje nifşê “Z”, hukmê binemaleyan, hukmê çeteyên neftê, hukmê tepisandina jinan û mafê mirovan, bêkerametîkirina li beramberî xaka Kurd, hevkariya bi dagirkeriyê re, firotina xaka Kurdistanê, firotina Êzîdiyan, firotina dewlemendiyên Kurdistanê, gendeliyê, bêexlaqiya siyasî, kuştina  tenduristî û perwerdeyê, û hemû van hokarên sîh salên dawî nikarin qebûl bikin. Nikarin jiyaneke bindest, birçîkirinê, sîstema hukimraniya binemalan, a çetegerî, aborî û mîlîsperwer qebûl bikin.  Ji ber wê, da ku siberoja wan jî neşewitînin, hew didin xwe îfade bikin. Xweîfadekirin jî li Herêmâ Kurdistanê bi rexne, bi ragihandinê, û kombûnê hîç naçe serî. 

Ji ber wê jî bi awayekî ji awayan şidet nîşan dan da ku dengê xwe bidin bihîstin. Wan ew baregeh şewitandin ku rabihuriya wan şewitand û siberoja wan dişewitînin. Bi vê ew siberoja xwe bi dest xwe ve tînin. Jixwe gelek meseleyên rewşa xelkê xirab kirine hene. Lê di nava van mehên bihurî de ji bilî gendelî û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, lê meha bihurî du sedeman rewşa miletê Kurdistanê xirabtir kir: Meseleya korona, meseleya kêmbûna nirxê neftê kir ku xelk hinekî din feqîr bibe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi rastî ti stratejiya wê nîne. Ew ne xwedî siyaset û ne jî xwedî vîzyonekê ne ku mirov karibe bibêje temam ev dilsozên niştimana Kurdistanê ne wê çareseriya pirsgirêkan bikin. Ciwan li Bexdayê temaşe dikin, xwepêşandanan kir ku hikûmet hilweşê. bi awayekî ji awayan hêviyek peyda bû. Lê li Herêma Kurdistanê hîç hêvî ava nebû, ji ber wê ciwan daketin meydanan. 

Mesrûr Barzanî daxuyaniyek da û sedema nerazîbûna xelkê xist stûyê alî û faktorên derve...

Daxuyaniya Mesûr Barzanî bi rastî jî nîşan da ku ciwan heq in ku baregehên partiyan bişewitînin û tund û tûjiyê nîşan bidin. Mesrûr Barzanî kesekî welê ye ku bi rastî haya wî ji rewşa civakî û aborî ya Herêma Kurdistanê nîne. Ew zilam gava li Hewlêr li encûmena wezîran rûdine, haya wî jî ji rûdan û rewşên siyasî, civakî û aborî yên Herêma Kurdistanê, rewşa xelkê nîne. Ev tiştekî nû nîne ji bo Mesrûr Barzanî û bi giştî desthilatdarê Başûr. Timî şikestinên siyasî, eskerî aborî dixin stûyê aliyên din. Rêveberiya  Herêma Kurdistanê hîna xwe nedaye ber berpirsiyariya meseleyeke herî piçûk jî. 

Bi rastî ev rewş bi xwe jî yek ji şikestên hukimraniyê ye. Lewma diviyabû birêveber û hukimranên welat hindekî dolsozî niştiman bin, azadiyê mumkin bikin, hindekî xwedî exlaq bin da ku karibin xwe bidin ber berpirsiyariyê. Lê Mesrûr Barzanî xwe ji berpirsiyariyê dûr digire, ji ber wê jî sedema rûdanên li Kurdistanê dixe stûyê yên din. 
Heta niha jî hêzeke me ya yekgirtî ya pêşmerge nîne. Du hêzên me yên milîs ên hizbî hene. Gendeliyeke gelekî mezin heye, kî dikare gendeliyê bike. Îro herî zêde gendelî li ser nûqteyên deriyên sînor û li ser neftê dibe.  Mesrûr Barzanî bi xwe ev got, çetegerî heye li xalên sînor. Berpirsiyarên hikûmetê, berpirsiyarên YNK û PDK’ê ne. Baş e heger çetegerî li gumrikên xalên sînor heye, ji bo çi ew qanûnan bi cih nakin, ma îşê hikûmetê çi ye? 

Gelo ev xwepêşandan dişibin ên sala 2011’an, gava ku xelkê dîsa doza dawînanîna gendeliyê û hukimraniyeke din dikir?

Ev xwepêşandan naşibin ên sala 2011’an, ji ber ku hingê ti tund û tûjî nebû. Lê soz û peymanên hingê hatin dayîn û yên di dema xwepêşandanên 2015,16’an de hatin dayîn jî, yek ji wan nehat bicihanîn. Ji ber wê niha tund û tûjî nîşan didin, ji ber ku ji bo wan diyar e ku hikûmeta herêma Kurdistanê ji zimanê aştî û xweşiyê, yê ne tund û tûjî fêm nake. Diyar e divê bi awayekî ji awayan tund û tûjî bê nîşan dan da ku bibînin ka xelk çi qasî aciz û tore ye.

Ez bawer nakim ku hikûmeta herêmê tiştekî bike. Ji ber ku pirsgirêkên me pirr giran in. Pirsgirêkên me yên avahiyê yanî yên strukturel hene. Yanî ji bo çareseriya pirsgirêka me ya pêkhatinê û ya binçîniyê, guherîneke mezin a siyasî, aborî û civakî heye. Pêwîstê pê heye ku desthilatdariya siyasî bi awayekî radîkal biguhere. Desthilatdariya siyasî, nexasim YNK û PDK ti guherînê nakin. Ji ber ku her guherîna bikin bi awayekî neerênî tesîrê li wan dike. Weke nimûne, em dixwazin di meseleya neftê de guherîn çêbe, bi Bexdayê re li hev bikin. Em dixwazin Pêşmerge û asayîş bibin hêzên niştimanî. Gumrik û çavkaniyên darayî li Kurdistanê diyar bin. Hikûmetên YNK û PDK’ê yekê ji van jî nakin. Ji ber wê, heger van hêzan karî hukmê xwe heta îro bînin, sedema wê ew e ku wan bi hesin bi çakûç hukmê xwe kir. Bi gendeliyê bûn desthilatdar. Qezenca wan di wir de ye ku çavkaniyên dahata darayî kontrol bikin, dizî û çetetî hebe. Ji ber wê jî wê ti guherînê nekin.

Li herêmên desthilata PDK’ê xwepêşandan kêm in,  sedema vê çi  ye?

Ji ber ku desthilata PDK’ê gava ku mirov li ber ya YNK’ê bigire, desthilatdariyeke dilreqtir û bêrehmtir bûye, xwepêşandan li Dihok û Hewlêr kêmtir bûn. Dîsa jî vê carê pêşî xelkê li Dihokê serî hilda. Di van çend mehên bihurî de li Dihokê çend xwepêşandanên gelekî cidî li dar ketin. Lê belê desthilata PDK’ê hemû kirin nezaretê. Îro jî beşeke mezin a rojnamevan û çalakgeran di zindanên PDK’ê de ne. 
Ez bawer nakim ku PDK karibe vê rewşê ne li asta Kurdistanê, ne li asta Iraqê û ne jî li asta civaka navneteweyî de jî dewam bike. PDK ne hêzeke ewqasî xurt e ku karibe desteserkirina desthilata Herêma Kurdistanê pirr dewam bike. Rewşa aborî ya xelkê pirr pirr xirab e ji wê rewşê ku PDK karibe bi çakûç hukimraniya xwe ferz bike. Rewşa aborî ya PDK’ê jî û ya pêşmergeyên wê jî gelekî xirab e. Ji ber wê bawer nakim ku PDK karibe wisa daimî dewam bike. 

Kî berpirsê rewşa xirab a rêveberiya Başûrê Kurdistanê ye?

Ji rewşa heyî di dereceya yekê de PDK û malbata Barzanî, di dereceya diduyê de YNK û malbata Talebanî berpirsiyar in. Lê hêzên muxalefetê, Tevgera Gorran û civaka Kurdî bi xwe jî bi civaka sivîl, çapemenî û rewşenbîrên xwe jî ji vê rewşê berpirsiyar in. Diviyabû hêzên muxalefetê bêhtir bixebitin da ku PDK û YNK nebin ev hêza çete-aborî û vê çetegeriyê damezrînin. Diviyabû medya cidîtir kar bikira û çalaktir bûya. Civaka sivîk diviyabû çalakiyên sivîl birêxistin bikira. Lê di dereceyên pêşî de PDK û YNK berpirsiyar in ku hukimraniyeke otorîter damezrandine. Peymaneke 50 salan bi Tirkiyeyê re mohr kirine ku kes nizane ka çi tê de ye. Vê peymanê pirsgirêka neftê bi Iraqê re dirust kiriye. Nikarin bi nefteê budceya xelkê dabîn bikin. Lê ji ber Tirkiyeyê newêrin bi Iraqê re li hev bikin. Herçî PDK ye, pirsgirêkên wê bi hemû hêzên li Herêma Kurdistanê re, bi çapemeniyê, bi civaka sivîk, bi PKK’ê re jî, bi Bexdayê re jî heye. Ji 2018’an ve PDK’ê Tirkiye vexwend herêmên sînor da ku şerekî navxweyî bi PKK’ê re bike. PDK’ê karî bi Bexdayê re li hev bike. Serokê hikûmetê, serokê herêmê yên wê ne, peywendiyên derve bi temamî di destê wê deye. Pirraniya neftê jî di bin destê PDKê de ye. YNK jî gelekî tewambar e. Lê divê em rexneyê li xwe jî bigirin, weke civak, weke ragihandin, weke kesên xwende, weke zanîngeh diviya bû me karê zêdetir bikira da ku ev desthilatdarî negihişta vê rojê.

 

Neolîberalîzma herî xirab

Kemal Çomanî gava behsa îdîaya hikûmeta herêma Kurdistanê a avakirina bazara azad jî kir, lome û rexneyên mezin li wan kirin: "Dibêjin me bazareke azad dirust kiriye. Lê ev ne bazareke azad e, ev bazareke ji hizban re azad e. Bi kêfa xwe sererastkirinan dikin, bi kêfa xwe qanûnan disepînin û bi kêfa dilê xwe bacê li ser hin tiştan ferz dikin û ji tiştan nastînin. Li Parlamenê binihêre, çawa karîn ku parlameneke ewqasî bêmistewa û nikaribe derman hebe! Herçî sîstemên tenduristî û perwerdeyê ne, li tevahiya Rojhilata Navîn yên herî xirab em dikarin bibêjin sîstemên tenduristî û perwerdeyê yên herêma Kurdistanê ne. Kî wisa dike ku sîstemên herêmê bikeve ser kesên taybet û ew jî bi kêfa xwe buha deynin li ser tiştan? Xelk li cihê kar e, ew qurbaniyan dide. Baş e gava kesek li Herêma Kurdistanê emeliyateke herî besît a çav yan jî ya dil bike, ew ê vî pereyî ji ku bîne? Ez dijberekî qubale yê neo-lîberalîzmê nînim, lê vê rêveberiyê rengê herî xirab ê taybetkirinê û neo-lîberalîzmê anî Kurdistanê. 

Ha bi vî rengî, bi rastî wan bi navê bazara azad, bazar dagir kiriye. Bazar azad nîne. Komek çeteyên siyasî bazar desteser kiriye. Herêma Kurdistanê vê rewşê qebûl nake. Em li zanîngeha Kurdistan binihêrin, ev zanîngeheke giştî ye, bi pereyê xelkê hatiye damezrandin. Nêçîrvan Barzanî ew daye kurekî xwe. Beriya çendekê şoirketeke neftê nexweşxaneyek damezrand, lê Nêçîrvan Barzanî dîsa da yekî ji kurên xwe. Mesrûr Barzanî, Qubad Talabanî û Lahûr û nizhanim yên din hemû, kontrola bazarê û kontrola ragihandinê, kontrola yekdestdarîkirina her tiştî di destê wan de ye. Ji ber wê divê Mesrûr Barzanî jî û rêveberên hikûmetê hemû jî xwe bidin ber berpirsiyariyê."