Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên Behdînanê ket roja 14’an. Asayîş zextan li girtiyan dike da ku dawiyê li çalakiya xwe bînin. Her ku diçe rewşa tendirustiya girtiyan jî xirabtir dibe.
Ji 6’ê Îlonê ve çar çalakvanên Behdînanê yên girtî, Mesûd Elî Hacî, Bendewar Eyûb Reşîd, Karker Ebas Elî û Şêrwan Teha Emîn dest bi çalakiya rojiya mirinê kirine. Piştî wan jî bi giştî 82 rojnamevan û çalakvanên Behdînanê li dijî paşxistina dadgehkirinê dest bi greva birçîbûnê kirine.
Ji girtiyan rewşa Eyaz Kerem xirab e û red dike dawî li çalakiya xwe bîne.
Pêr Komîteya Maf û Azadiyan a Kurdistan û Ewrûpayê têkildarî rewşa girtiyên Behdînanê daxuyaniyek da. Wê got, çalakiya girtiyên Behdînanê ketiye qonaxeke metirsîdar û banga xwedîderketina li girtiyan kir.
82 aktîvîst û rojnamevanên girtî ev 14 roj in bi dirûşma “Yan mirin, yan jî maf û azadî” dest bi greva birçîbûnê kirine û rewşa hinan ji wan xirab e.
HEWLÊR