Êşkenceya pirralî li dijî şehîdan

Pêncşem 14 Cotmeh 2021 - 01:09

  • Hevserokê Komeleya Yekîtî û Çandê ya Piştevaniya Malbatên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) ya Şirnexê, Serhat Kuçuk têkîldarî pêkanînên li ser cenazeyên gerîlayan û zehmetiyên ku malbat dikişînin, axivî.

Hevserokê Komeleya Yekîtî û Çandê ya Piştevaniya Malbatên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) ya Şirnexê, Serhat Kuçuk têkîldarî pêkanînên li ser cenazeyên gerîlayan û zehmetiyên ku malbat dikişînin, axivî.

Serhat Kuçuk bal bire ser astengiyên dewleta Tirk datîne pêşiya malbatên gerîlayên şehîd û got, "Ji roja em hatine ser peywirê ve, em gelek zehmetiyan dikişînin. Gelek malbat ji bo ku cenazeyên zarokên xwe bistînin, ji metropolên Tirkiyeyê û bajarên Kurdistanê tên Şirnexê. Malbatên ku li ser medyaya Tirkî û medyaya civakî dibînin ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane, berê xwe didin Şirnexê. Malbatên ku tên Şirnexê cenazeyên zarokên xwe nas dikin û teşxîs dikin. Lê belê cenazeyan nadin, û dibêjin, divê ji bo testa DNA’yê nimûneya xwînê bidin. Testa DNA’yê herî zêde di 10-15 rojan de bi encam dibe. Lê bi 6-7 mehan eşkere nabe û malbatan didin sekinandin. Dema ku testa DNA’yê bi encam dibe jî agahiyê nadin malbatan. Piştre, rayedarên dewleta Tirk cenazeyan bêyî ku werin şuştin û wecîbeyên olî pêk bên anîn, li goristana bekêsan vedişerin."

Kuçuk anî ziman ku malbat cenazeyên zarokên xwe teşxîs dikin, lê belê dewlet bi rêbazên cuda cenazeyên zarokên wan radestî wan nakin: "Malbatên ku cenazeyên zarokên xwe wernagirin, xew nakeve çavên wan û nerehet in. Di vê pêvajoya cenaze wergirtinê de malbat gelekî diêşin. Em ji malbatan re dibin alîkar. Piştî ku di ser xwîndayinê re meh derbas dibin, cenazeyan didin malbatan. Lê vê carê jî malbatên ku tên cenazeyên zarokên xwe wergirin, heta derengiya şevê têne sekinandin. Ji van malbatan re dibêjin, bila ji bilî dayik, bav û çend kesan kesek tevlî merasîma cenaze nebe. Piştî ku dikujin jî êşkenceyê li cenazeyan dikin û nahêlin ku malbat cenazeyan bi dilê xwe defin bikin."

Kuçuk destnîşan kir ku ne hewce ye malbat ji bo testa DNA'yê werin Şirnexê û malbat dikarin li bajarên ku lê dimînin jî miracaetî nexweşxaneyan û dozgeriyê bikin. 

ANF/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.