Parêzerên rojnamevanên li Behdînanê ku 19’ê Tebaxa 2020’an hatibûn girtin û heya niha li girtîgeha Asayîşa Giştî ya Hewlêrê tên ragirtin, bi daxuyaniyekê ragihandin ku êşkence li girtiyan hatiye kirin.
Parêzerên rojnamevanên li Behdînanê têkildarê rewşa dawî ya rojnamevanan daxuyaniyek da. Parêzeran di daxuyaniya xwe de ragihandin wan agahî girtine ku niha êşkence li girtiyên Behdînanê tê kirin.
Parêzeran bal kişand ser şert û mercên dijwar û êşkenceyên ku hêzên PDK’ê li girtiyên Behdînanê dikin û diyar kirin ku ragirtina rojnamevanan a di girtîgeha Asayîşa Giştî ya Hewlêrê bi ser xwe mijareke derhiqûqî û binpêkirina mafê mirovan e.
Di dawiya daxuyaniyê de parêzeran bang li rayedaran kir ku divê demildest girtiyên Behdînanê veguhezînin girtîgehên girêdayî Wezareta Kar û Barên Civakî.
Girtiyên Behdînanê di 19’ê Tebaxa 2020’an de bi îdiaya ‘xelkê teşwîqî xwepêşandanan dike’ hatibûn destgîrkirin û heya niha tevî hemû nerazîbûnên gel, rêxistinên mafê mirovan yên herêmî û navnetewî li girtîgeha Asayîşa Giştî ya Hewlêrê tên ragirtin. HEWLÊR