M. Alî Nametogûllari yê 20 salî ku li Wanê bi gulleya leşkeran birîndar bû, rewşa wî hîn giran e. Nametogûllari di îfadeya xwe de diyar kir ku leşkeran destpêkê li wî dane, piştre jî gulle lê reşandine.
Eskerên dewleta Tirk a dagirker li taxa Erçek a Wanê gulle berdan pişta Alî Nametogullari û ew giran birîndar kirin. Ew niha li nexweşxaneyê ye û rewşa wî giran e. Li ser bûyerê ji malbata xwe re peyivî.
Eskeran li herêma Erçekê ya li navbera navçeyên Rêya Armûşê û Qelqeliya Wanê, gulle li M. Alî Nametogûllari reşandin. Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê îfadeya wê girtin.
Bavê wî Îsmet dibêje wî di îfadeya xwe de gotiye: "Dema ku ji wesayitê peya bûm leşkeran qirin qareqar û ber bi min ve beziyan. Leşkerekî sîle li min da û avêt erdê. Leşkerekî din jî ji 4-5 metreyan gule berda pişta min. Min ji wan re got, 'We çima li min reşand, min çi bi we kir'. Wan jî ez birim nexweşxaneyê."
Bavê wî got, ew ê giliyê eskeran bike.
ANF/WAN