Qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê li dijî Hozan Canê, hate rakirin. Dadgeha Edirneyê biryara rakirina qedexeyê pêr (14'ê Tîrmeha 2021an) da. Bi biryarê re ew ê karibe ji Tirkiyeyê derkeve. Hozan Canê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî, “Dadgehê doz dîsan 2 mehan bi paş xist. Çi dikin bila bikin em dê tekoşîna xwe bidomînin.”
Dewleta Tirk piştî ku wê destek da kampanyaya hilbijartinê ya HDP'ê ew bi endametiya rêxistinê gunehbar kir û 22'ê Hezîrana 2018'an ew li bajarê Edirneyê girtin. Pêşî 6 sal û 3 meh cezayê hepsê lê hat birrîn. Hozan Canê 2 sal û 5 mehan di hepsê de ma. Piştî ku dadgeha temyîzê biryar betal kir, 1'ê Cotmeha 2020'an ew bi merc hatibû berdan.
NAVENDA NÛÇEYAN