• KCK'ê ji ber teqîna 4'ê Tebaxê sersaxî ji gelên Lubnanê re xwest û got, "Ji can û dil em hevxemê gelên Lubnanê ne. Êşa wan êşa me ye."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser teqîna 4'ê Tebaxê ya li Lubnanê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Teqîna 4'ê Tebaxê ya li bendera Lubnan-Bêrûdê bû sedem ku gelek mirov jiyana xwe ji dest bidin û gelek birîndar bibin. Em sersaxiyê ji gelên Lubnanê re dixwazin, rehma xwedê li miriyan be, şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin. Em dibêjin, em hevderd û hevxemê we ne. Êşa wan êşa me ye."

Lubnan xuşk-birayê Kurdan e

Daxuyaniya KCK'ê wiha ye:"Lubnan yek ji qadên herî bedew ên Rojhilata Navîn û welatê Ereban e. Lubnan ku Ereb, Ermen, Kurd, Durzî, Suryan û gelek bawerî û ol lê ne, cografya gelan û baweriyan e. Xwedî çand û dîrokekê ye ku ji tevahiya Rojhilata Navîn re mînak e. Lubnan welatekî bawerî û gelên Rojhilata Navîn e. Lewma êşa vî welatê bedew êşa tevahiya mirovahiyê ye, êşa gelên Rojhilata Navîn e. Gelê Kurd jî bi vê yekê gelekî êşiya ye.
Tevgera me ya azadiyê û gelê Kurd dilsozên Lubnanê ne. Kurdên li Lubnanê ked û hesta xwe tevlî Lubnanê dikin. Em Lubnanê weke welatekî xwişk-bira yê Kurdan dibînin. Di serî de Kurdên li Lubnanê, Kurd hemû Lubnanê weke welatê xwe dibînin. Di van rojên zor û zehmet de em bi gelê Lubnanê re ne. Em di wê baweriyê de ne ku Kurdên li Lubnanê jî ji bo pêçandina birînên gelên Lubnanê wê bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Lubnan gewherê herêmê ye

Gelên Lubnanê çawa ku heta niha êşên giran ji ser xwe avêt, wê êşa vê dawiyê jî li pey xwe bihêle. Piştgiriya madî û manewî ya dostên gelê Lubnanê jî wê ji bo derbaskirina encamên giran ên vê felaketê bibin alîkar. Em di wê baweriyê de ne ku gelên Ereb û mirovahî di vê mijarê de wê berpirsyariya xwe bi cih bînin.
Em careke din ji gelê Lubnanê re dibêjin, bimînin bi xêr û bela li dawî bimînin; ji ehlên miriyan sersaxiyê û ji birîndaran re şîfayê dixwazin. Em hêvî dikin ku gelên Lubnanê wê birînên xwe tavilê bipêçin û careke din weke gewhera Rojhilata Navîn li rojên xwe yên serfiraz vegere."

ANF/BEHDÎNAN