Êrişî konê sersaxiyê kirin

Pêncşem 1 Cotmeh 2020 - 15:01

Heyeta KCD, HDP û DBP serdana malbata Servet Tûrgût kir. Turgut 11ʼê Îlonê hatibûn binçavkirin û ji helîkopterê hatibû avêtin û piştî 20 rojan şehîd bû. Polîsên dewleta Tirk a dagirker bi ser merasîma sersaxiyê de girtin û gef xwarin.
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP'î serdana malbata Servet Tûrgût kir ku ji aliyê leşkerên Tirk ve ji helîkopterê hatibû avêtin û hatibû kuştin.
Huda Kaya ya HDP'î li merasîmê axivî, lê dema ku diaxivî polîsan avêtin ser merasîmê. Polîsên Tirk gotin, "em ê nehêlin ku hûn biaxivin" û nehiştin ku rojnamevan jî dîmen bigirin.
Polîsan gef xwarin ku eger merasîm bidome wê dest bi girtinê bikin. Aydenîz jî nerazîbûn nîşan da û got, "Eger hurmeta we ji bo mirovan hebûya hûn bi vî rengî nedihatin merasîma sersaxiyê."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.