Parêzbendiya Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel hat betalkirin. Minaqeşyên wê 1’ê Adarê destpêkirin û weke 2´yê Adara 1994’an dîsa êrişî îradeya siyasî ya miletê Kurd kir.
Li Desteya Giştî ya Meclîsa Tirk hevdîtina ji bo betalkirina parêzbendiya Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel hat nîqaşkirin.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî tev li Desteya Giştî bûn. Parastina Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç bi qasî 3 saetan dewam kir.
Piştî parastinê, dengdayîn hat kirin. Ji bo fezlekeya ewil a derbarê Semra Guzelê de 313 parlamenteran got erê û 52´yan jî got na.
Di dengdayîna ji bo fezlekeya diduyan a der barê Semra Guzelê de, 327 parlamenteran got erê û 52´yan jî got na. Piştî vê parlementerên HDP'î Desteya Giştî protesto kirin û derketin.
Esas helwêsta tevahiya aliyên siyaseta Tirk beramberî îradeya siyasî ya Kurdan yek e. Ew dixwazin vê îradeyê tine bikin.
Piştî betalkirina parêzbendiyê, dosye ji Wezareta Dadê re tê şandin. Piştî ku wezaret dosyeyê ji dozgeriyê re bişîne, pêvajoya dadgehkirinê wê dest pê bike.
ENQERE