Êrîşên terorî yên li Başûr û Rojava
În 19 Nîsan 2024 - 16:49
- Dewleta Tirk a dagirker êrîşên terorî yên li ser Başûr û Rojava didomîne. Di encama êrîşên terorî de li Başûr Kurdek şehîd bû û li Rojava jî du kes birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker devera Biradostê bombebaran kir û di encamê de welatiyek şehîd bû. Cenazeyê wî danê sibehê hate dîtin.
Balafirên kujer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Nawdarok yê li sînorê Biradostê bombebarankirin.
Her wiha hate diyar kirin welatiyê ji gund ê bi navê Serwer Hacî Qadir winda bûye, lê danê sibehê cenazeyê wê hatiye dîtin, derket holê ku di encama bombebaranê de şehîd bûye.
Her wiha dewleta Tirk êrîş bire ser Kobanê jî. Dewleta Tirk a dagirker ku bi balafira bêmirov êrîşeke terorî bire ser erebeyeke li rojhilatê Kobanê, jinek û mêrek birîndar kir.
Artêşa Tirk a dagirker li gundê Ênbetê yê li rojhilatê Kobanê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir.
Di erebeyekê de Elî Mistefa Osman û hevjîna wî Helîme Mihemed Osman hebûn, di encamê de birîndar bûn û rakirina nexweşxaneyê. ROJNEWS