• Van pêlên dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP-MHP’ê ji aliyekî ve tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi rengekî jidiyayî didomîne, her wiha ji aliyê din ve tevgera dagirker a bi hevkariya xeta îxanetê Barzaniyan berfireh kiriye û li aliyê dî jî êrîşeke giran tîne ser ziman, çand û muzîk û cil û berg û govendên Kurdî.
  •  Di şexsê Rêber Ocalan de êrîşê tîne li ser vîna siyasî ya azad a Kurd, di şexsê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de êrîşê tîne ser hêza parastina leşkerî ya Kurd û ji aliyekî dî ve jî bi êrîşa ser ziman, çanda Kurdî êrîşê tîne ser hêza kulturî-manewî ya Kurd.

 

Bi çarçoweya êrîşên pirhêlî yên li ser Kurd û Kurdistanê herî dawî li Amedê polîsên Tirk ên dagirker êrîş birin ser ser Komeleya Lêkolînkirina ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Payîz Pirtûk û Kooperatîfa Perwerdeya Ziman û Çandê ya Ankayê de girtin. Li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik û şahidekî nepen, 25 kes hatin binçavkirin, gelek pirtûkên biryara komkirinê ji bo wan nehatiye dayin, rojname û hard-dîskên kompûteran hatin desteserkirin. 
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bertek dijî vê êrîşa bi çavsorî helwest nîşan dan, ji Ajansa Mezopotamyayê(MA), ji rojnamevan Rûkiye Adiguzel û Şîlan Çîl re axivîn  û diyar kirin dijî êrîşên ew ê Kurdî zêdetir berbelav bikin û ti hêz wê nikaribe pêşî li meşa dîrokî ya Kurdî bigire. 

Êrîş ji tecrîda ser Ocalan ne qut in
Hevserokê Partiya Herêmên Demkratîk (DBP) a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz destnîşan kir ev êrîş têkiliya xwe bi tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hene û got,’’Kurdên li derve wê li şûna her mamosteyekî Kurdî yê hatiye binçavkirin, li şûna xebatkarên Payîz Pirtûkê bixebitin. Li ser zimanê Kurdî êrişî civaka Kurdan, Kurdistanê dikin. Divê em vê rastiyê fêm bikin û li her derê bi Kurdî biaxivin û Kurdî bidomînin. Hewceye her saziyeke li Kurdistanê vê êrişê weke êrişeke li dijî zimanê Kurdî bibîne û dengekî xurt derxîne.” 

Dijminatiya li Kurdî û Kurdan e
Hevserokê Şaxa Hejmar 2 ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Amedê Serhat Kiliç êrîş weke ‘’dijminatiya li Kurdî û Kurdan’’ pênase kir û got,’’Hewl didin Kurdî di nava jiyanê de, civakê de tune bikin û bi vê êrişê dixwazin tirsê bixin dilê xebatkarên zimanê Kurdî. Lê heta niha nekarîn bi ser kevin û dê niha jî bi ser nekevin. Em ê xwedî li ziman û saziyên xwe derkevin.’’

Parçeyekî tecrîdê ye
Xebatkara MED-DER’ê Perî Kaya êrîşên li ser Kurdî weke ‘’parçeyek ji tecrîdê’’ bi nav kir û got,’’Tecrîd çiqas hebe, ewqas jî li ser ziman û çanda me heye. Heke zimanê civakekê tune be, ne dîrok, ne welat ne jî xak û jiyana wan dibe. Divê gelê Kurd li dijî van êrişan li her derê bêhtir bi Kurdî biaxive, xwedî li Kurdî derkeve û têbikoşe.” 

Em vê zordestiyê qebûl nakin
Tahir Zana ku demekî dirêj di nava xebatên ziman de cih girtiye jî berteka xwe wiha nîşan da: “Êdî bes e. Em çima tên qetilkirin, zimanê me çima tê qedexekirin? Em vê zordestiya li ser zimanê Kurdî bi tu awayî qebûl nakin. Kurd êdî ne kurdên berê ne. Em di her qada jiyanê de hene.’’ 

Tecrîdê dijdîne êrîşan giran dike
Hevberdevkê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar anî zimên dewlet bi êrişên li dijî ziman  hemû nirxên gelê kurd hedef digire û got ku van êrişan eleqeya xwe bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan re heye. Dilbihar, wiha got: “Otorîteya faşîst li şûna ku tecrîdê rake, qanûnên xwe demokratîk bike, çareseriyeke demokratîk pêş bixe û pêşiya têkoşîna gelê Kurd veke, di van êrişên xwe de israr dike. Wê nekaribin bi van êrişan pêşiya têkoşîna gelê kurd bigirin. Têkoşîna ziman a gelê Kurd didome. Ev êriş wê motîvasyona gelê Kurd a ji bo ziman xurtir bike.