Li navçeya Elmali ya Antalya komeke ji 300 kesî pêk dihat, êrîşeke nîjatperestî bire ser karkerên çandiniyê ya demsalî. Ji ber êrîşê malbata Kurga ya Mêrdînî neçar ma gund terikandin.
Ji malbatê Servet Kurga li ser mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Servet Kurga diyar kir ku 2 roj in, komeke nîjadperest êrîşî wan dike û got: “Duh (pêr) şev saet 00:00’an êrîş anîne ser me. Bêfil û perasûyê karsazê me şikandin. Ji bo me jî gotin; ‘Hûn Kurd in, li ser axa me biçin’. Îro jî hatin êrîşî me kirin. Niha di bin çavdêriya jendermeyan de ji gund derdikevin. Me tiştekî xwe negirtiye. Niha diçin gel xizmên xwe yên li Elmaliyê.”
Ji ferdên malbatê Mustefa Kurga jî got: “Dema êrîş birine ser malbata min jenderme hatine gotine tiştek ji destê wan nayê. Ji bo ewlehiya canê we vir biterikînin. Komê ji bo malbata min gotiye; ‘Hûn Kurdin em Kurdan naxwazin. Em heta sibe şev wext didin we. Sibe şev ji Elmaliyê derkevin, an jî em we bi malbat ve bişewitînin.’ Îro jî hatin dubare êrîş kirin. 2 caran êrîş kirin. Ev kes gundî ne lê ji bo xwe dibêjin ‘ulkucu’. Keyeyê gund van sor dike. Dibêjin ‘Ew ê ji vi biçin’. Malbata min gund terikandin.” ANTALYA