- Dewleta Tirk êrîşên terorî yên li ser seresazî û binesaziyên Rojavayê Kurdistanê didomîne. Artêşa dagirker a Tirk stesyona petrole ya Seîde ya Tirbespiyê bombe kir.
Artêşa Tirk a dagirker stesyona petrolê ya Seîda ya dikeve bakurê bajarê Tirbespiyê bi du moşekan bombebaran kir. Ji ber bombebaranê beşek stasyonê wêran bû.
Stasyona Seîde duyemîn mezintirîn stasyona komkirina petrolê li kantona Cizîrê ye. Stesyon di dawiya par de ji ber êrîşên dewleta Tirk ji xizmetê derketibû.
Di rojên dawî de êrîşên dewleta Tirk ên li ser binesaziyên sivîl, qadên çandiniyê û çavkaniyên derbarê yên esas ên li herêmê, zêde bûne. Par jî gelek sûc li hemberî binesaziyên sivîl û çavkaniyên debara jiyanê, hatibûn kirin. ANHA