Êrîşa ser Kurdî ‘faşîzma çandî’ ye

Çarşem 25 Îlon 2024 - 16:09

  • Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, der barê serdegirtina Komeleya Lêkolîna Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) û Payîz Pirtûkê de, li Deriyê Çiqyê Qada Şêx Seîd daxuyanî da. 

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê(OHD), saziyên civaka sivîl, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevli bûn.  Pankarta ‘Zimanê me hebûna me ye’ hat vekirin û metna daxuyaniyê berdevkê demî yê Hejmar Yek a Egîtîm Senê Faruk Ercan xwend.

Polîtîkaya tinekirina çandê ye
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin nokteya ku faşîzm gihiştiyê, bi polîtîkaya wêrankirin û tûnekirina çandê, bi taybetî jî li dijî çanda Kurdan derdikeve holê. Di berdewamiyê de wiha hat gotin: “ Li Tirkiyeyê karker û ciwanên bi Kurdî diaxêvin  tên lînçkirin; di bin zextên darazê de hewl tê dayîn ku li muzîka Kurdî guhdarîkirin û gowend bê girtin, mîna ku sûc be; navên hişyariyê yên ku li cadeyan ji bo peyayan ji aliyê rêveberiyên herêmî ve bi zimanê zikmakî yê gel hatine amadekirin, tên jêbirin û tên astengkirin.’’

Faşîzma çandî ye
Bi berdewamî hate diyarkirin ya kut ê kirin ‘’faşîzma çandî ye’’ û hate gotin,’’Em hewldana desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ji bo qirkirina gelê Kurd bi qirkirina çand û zimanê Kurdî dibînin. Ya ku tê meşandin faşîzma çandî ye. Kurd bi dehan sal in bi ziman û çandê re têdikoşin. Tevî polîtîkayên qirkirina çandî ku pergala êrîşên nijadî ne jî ev têkoşîn wê ti carî nesekine.
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, tekildarî serdegirtinên li ser sazî û dezgeyên zimanê Kurdî û binçavkirinan li ber avahiya xwe ya navçeya Cizîrê daxuyanî da.

Ev êrîş têkilî tecrîdê ne
Metna daxuyaniyê ji aliyê hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahit Akil ve hat xwendin. Di metnê de hate gotin,’’Em xweş pê dizanin ku ev êrişên wiha li dijî zimanê Kurdî, çand, nasname û nirxên gelê Kurd in. Ev êriş li dijî daxwaza gelê Kurd a azadiya zimanê Kurdî, perwerdeya bi Kurdî, statuzekirin û fermîkirina zimanê Kurdî ne. Em baş dizanin ku ev êriş parçeyek ji êrişên li dijî hemû nirxên me Kurdan ên dîrokî, neteweyî û civakî ne; parçeyek ji dorpêçkirin, tecrîd û hewldanên ji holêrakirikirina têkoşîna azadiya gelê Kurd in. Ev êriş jî wek hemû êrişên din bi taybetî parçeyek ji tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û hemû dîlgirtiyên azadiyê ne."

Hevalên me berdin
Akil di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku serdagirtina li ser saziyên ziman yek ji parçeyekî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan e û wiha pê dê çû: "Li ser vê bingehê em hemû êrişên li ser zimanê Kurdî û hemû nirxên neteweya kurd bi tundî şermezar dikin û ji hêzên desthilatdar re dibêjin hemû hevalên me yên di bin çavan de demildest serbest berdin; li şûna êrişan hemû astengiyên li pêşiya zimanê kurdî rakin.’’

Uysal: Dirû ne
Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî got: "Wezîrê wan tê Amedê dibêje Kurdî ya Feqî Teyran jî ya me ye. Li Amedê Kurd in li Enqerê Tirk. Ew dûritiya wan ne cara yekemin e. Em ê li dijî van êrişan li her derê têkoşîna xwe geştir bikin. Gelê Kurd wê bi xwedî derketina ziman, çand û saziyên xwe van êrişan pûç bike.MA/AMED-ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.