Li dijî baregeha leşkerên Tirk a dagirker a li bajaroka Başîqa ya ser bi Musilê, doh berê dibehê êrişeke bi muşekan pêk hat. Li gorî agahiyan kuştî û birîndar hene.
Çavkaniyeke cihî ragihand ku kesên nasnameya wan diyar, berê sibehê şeş moşek avêtine baregeha leşkerên Tirk a li bajaroka Zelkan a girêdayî Başîqayê.
Li gorî agahiyên vê çavkaniyê, di encama êrişê de 12 kesên li baregeha leşkerên Tirk yan hatine kuştin û yan jî birîndar bûne. Lê ev agahî nekarîn bên piştrastkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker bi behaneya şerê dijî DAIŞ’ê, bi hevkariya PDK’ê baregeha xwe li bajaroka Başîqa ya li nêzî Mûsilê ava kiribû. Gelek caran li dijî vê baregehê êrişên bi moşekên katûşya hatiye kirin.
MÛSIL