Neh partiyên siyasî bi daxuyaniyekê êrişên dewlet Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û diyar kirin ku armanca êrişên hovane, qirkirina gelê Kurd e. 

Neh partiyên siyasî yên li navçeya Amûdê, der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Endama Partiya Yekitiya Demokratî (PYD) Newroz Elî daxuyanî xwend, li pêşiya Meclîsa Navçeya Amûdê hat xwendin.Newroz Elî destpêkê got, dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelên Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi armanca qirkirina gelê Kurd dike.

Wê bêdengiya civata navneteweyî li hemberî van êrişên hovane şermezar kir û got, “Tevî ku ev êrişên dewleta Tirk hemû qanûnên navneteweyî û pîvanên mafên mirovan binpê dikin jî, saziyên peywendîdar ên Neteweyên Yekbûyî (NY) li hemberî êrişan xwe bedeng dikin.”

Partiyên ku li ser navê wan daxuyanî hat dayîn ev in:

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), 

Tevgera Nûjen a Kurdistanê-Sûriyê (TNK-S)

Partiya Çep a Kurd li Sûriyê (PÇK-S)

Partiya Guhertina Demoqrat li Kurdistanê (PGDK) 

Partiya Kesk a Demokratîk  (PKD)

Partiya Lîberal a Kurdistanê (PLK)

Partiya Aştiya Demoqrat a Kurdistanê (PADK)

Partiya Komarîger a Kurdistanê

Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê (PÇDK-S).

ANHA/QAMIŞLO