Êriş bi topbaranê dewam dikin
În 2 Kanûn 2022 - 00:59
QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker eşkere kir û ragihand ku gelek gund û bajarok hatine topbarankirin, hêzên wan bersiva êrişan dane. QSD’ê da zanîn ku di êrişan de şervanekî wan şehîd bûye û şervanek jî birîndar bûye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker a 30 Mijdarê ragihand.
Daxuyaniya QSD’ê der barê êrişan de wiha ye: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ketin roja xwe ya 12’an. Wekî her carê dagirkerî mal û zeviyên sivîlan dike armanc û hewl dide koçberiyê li wan ferz bike.”
Encamên êrişên dagirkeriyê yên saetên dawiyê yên roja 29’ê Mijdarê û her wiha roja 30’ê Mijdarê de 2 gundên Til Têmirê, 3 gundên Kobanê, 3 gundên Girê Spî, rojhilata bajarê Eyn Îsa û gundek, bajaroka Zirgan û 5 gundên wê, 3 gundên Mibicê, 19 gundên herêma Efrînê û bajaroka Til Rifat bi dehan caran hatine topbarankirin.
Li aliyê din, li gorî agahiyan topbaran lig elek deveran hê jî dewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN