Li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê tê gotin wesayîta leşkerî qulipî. Di bûyerê de, 6 kes mirin, 5 jê leşker in. 27 leşker jî birîndar bûn û rewşa 10ʼan giran e.
Otobusa esker ji Mêrsînê dibirin Qibrisê li ser rêya Zeytînalani ya Mût-Karamanê gindirî keviya rê. Piştî qezayê gelek ambûlans û agirkuj çûn cihê bûyerê. Li gorî agahiyên destpêkê şifêrê otobusê û 5 esker mirin, 27 esker jî birîndar bûn û rewşa 10 eskerên birîndar giran e.
Walîtiya Mêrsînê jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de heman agahî dubare kirin.
ANF/MÊRSÎN