• Eyûb Barzanî: Desthilata li Başûr, desthilateke şexsî ye. Ji bo bi pêşketina Kurdistanê astengiyeke mezin e. Heta ku ev desthilat neyê rûxandin, wê ti caran aramî çênebe. 

ARMANC HEREKOL/ROJNEWS/SILÊMANÎ

 

Siyasetvan û nivîskarê Kurd Eyûb Barzanî qala armanca hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya bi Serekkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan re kir û eşkere kir ku di hevdîtinê de ti guftûgo nehatine kirin, fermanên Erdogan hene û Nêçîrvan Barzanî jî çûye wan pêk bîne.

Eyûb Barzanî da zanîn ku ev hevdîtin ne hevdîtineke ji rêzê bûye û got, “Dewleta Tirk ti caran Kurdan qebûl nake, û di hevdîtinan de jî diyar dibe, ti prosedûrên fermî pêk nehatine anîn û bi van hevdîtinan bêrêzî li Kurdan tê kirin. Daxuyaniya ku Serokatiya Herêma Kurdistanê ya li ser hevdîtinê dayî, ez bawer nakim û ne rast e. Ya rastî ew e ku Erdogan ferman daye [Serokê Herêma Kurdistanê li Iraqê] Nêçîrvan [Barzanî] û Nêçîrvan jî çûye bi cih bîne. Ji ber ku Tirkiye vê yekê venaşêre. Tirkiye Herêma Kurdistanê nas nake û li gorî wê nêzîk dibe, helwêstê nîşan dide. Di hevdîtinan de ti guftûgo nînin, ferman hene û Nêçîrvan çûye wan pêk bîne. Yek ji wan fermanê dide û yê din jî pêk tîne.”

 

Bi hevdîtinê gefê li Iraqê dixwin

Siyesetvan Eyûb Barzanî da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî pişta xwe bi Erdogan germ dike û got; “Dibe ku gelek kes bibêjin, çima Nêçîrvan di demeke wisa aloz de çû gel Erdogan, divê her kes zanibe ku Erdogan gotiye, Nêçîrvan were û ew çûye. Nêçîrvan dixwaze wisa nîşanî Iraqê bide ku pişta wan bi Tirkiyê germ e. Bi van hevdîtinan gefan li Dadgeha Federal a Iraqê dixwin. Ti biryara Rêveberiya Herêma Kurdistanê nemaye û dewleta Tirk kengê û çawa bixwaze, wan li gorî xwe dide xebitandin.”

 

Divê desthilatdarî bê ruxandin

Herî dawî siyasetvan û nivîskarê Kurd Eyûb Barzanî anî ziman ku Tirkiye ji xwe re li xulaman digere û got; “Dewleta Tirk siyaseteke qirêj di nava Kurdan de dide meşandin. Desthilata li Başûr, desthilateke şexsî ye. Ji bo bi pêşketina Kurdistanê astengiyeke mezin e. Heta ku ev desthilat neyê rûxandin, wê ti caran aramî çênebe. Dem hatiye ku êdî ev desthilat bê rûxandin û dem dema serhildanê ye.”