Erdhejê li Efxanistanê erdhejê 2 hezar kes kuştin

Nûçeyên Cîhan

Yekşem 8 Cotmeh 2023 - 17:10

Hejmara kesên di erdhejên li rojavayê Efxanistanê de mirin, gihişte qederê 2 hezaran. Xisar li zêdetirî 600 malan bû.

Li gorî berdevkê Tevgera Talîbanê daye ajansa Associated Press (AP), erdhej 7 Cotmehê çêbûye û ya herî dijwar a 20 salên dawîn e.

Li gorî Navenda Sîsmolojiyê ya Emerîkayê, navenda erdhejên şemiyê (7 Cotmeh) çêbûye, 35 kîlometreyan li bakur rojavayê bajarê Herat bûye û yek ji wan bi hêza 6.3 bûye.

Xelkê bajarê Heratê ji rojnameya The New York Times re gotine, herî kêm 5 erdhejên bi hêz li bajêr çêbûne.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî ragihand ku erdhejê tade li nêzî 4 hezar û 200 kesî kiriye, her wiha zêdetirî 600 malên li wîlayeta Heratê xirab bûne, yan jî zirar li wan bûye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.