Erdhejê bi sedan kes kuştin

Nûçeyên Cîhan

Şemî 26 Mijdar 2022 - 00:35

  • Herî kêm 310 kes mirine.

Li girava Cava ya Îndonezyayê, ji ber erdheja şideta wê 5.6 pileyî, herî kêm 310 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya ajansa neteweyî ya welêt, hejmara kesên di erdheja duşema bihurî ya li girava Cavayê, bûye 310. Hate ragihandin ku 24 kes jî hîn winda ne.

Erdhej li nêzî bajarê Cianjurê qewimî. Îndonezya di nava Xeleka Agir a Pasîfîk de ye, timî erdhej lê diqewimin û volkan lê diteqin.

Sala 2018'an li girava Sulawesiyê ji ber erdheja şideta wê 7.5 pileyî tsûnamiyê li bajarê Palu xistibû. Di encamê de 4 hezar û 300 kes miribûn yan jî winda bûbûn.

Sala 2006'an li girava Cavayê di erdheja şideta wê 6.3 pileyî de 6 hezar kes miribûn, bi deh hezaran kes jî birîndar bûbûn.

Sala 2005'an li peravên Sumatrayê ji ber erdheja şideta wê 8.7 pileyî, zêdeyî 900 kesî miribûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.