- Parêzerê Norwêcî Bent Endresen destnîşan kir bi tecrîda li ser Ocalan zext li Kurdan tê kirin, tecrîd îllegal e û dewletên Ewropî bi çarçoweya bazara ‘penaber’an dengê xwe li Tirkiyê nakin. Enderesen got şertên Ocalan nikarin bêne qebûlkirin.
SERKAN DEMÎREL/BRUKSEL
Rêber Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de ye, 38 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin.
Ji 10'ê Cotmeha 2023'an û vir ve di asta navneteweyî de pêngava 'Azadî ji Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' tê lidarxistin. Hêrsa li dijî tecrîdê ya kesayetên ku daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin, mezin dibe. Parêzerê Norwêcî Bent Endresen têkildarî tecrîda li Îmraliyê axivî.
Tecrîd îllegal e
Parêzer Bent Endresen anî ziman ku salên dûr û dirêj li ser pirsgirêka Kurd xebitî û gelek caran serdana Tirkiyeyê kir û got, "Haya min ji şert û mercên tecrîdê heye ku Abdullah Ocalan lê tê ragirtin. Şert û mercên ku tê de ye bi temamî rewşeke îllegal e. Di mijara tecrîdê de gelek tişt hene ku mirov dikare bibêje. Şert û mercên ku Ocalan tê de ne beriya her tiştî li dijî qanûnê ye û diviyabû beriya demeke dirêj bihata nirxandin."
Şertên Ocalan nayê qebûlkirin
Parêzerê Norwêcî Bent Endresen got, "Di mijara şert û mercên ragirtina Ocalan de pirsa esasî ew e ku divê çi bê kirin" û wiha dewam kir, "Ev pirs têkildarî hewldanên ji bo girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê ye, çi li girtîgehên tîpa F, çi jî li girtîgehên tîpa S bêne ragirtin. Şert û mercên ku girtî tê de ne ti carî nayên qebûlkirin."
Ewropî dengê xwe li Tirkan nakın
Endresen got, "Civak û saziyên Ewropayê ji bo kesên ku li Tirkiyeyê bi zehmetiyên siyasî re rû bi rû ne tişta pêwîst nakin. Pirsa esasî ew e ku Ewropa çima helwesteke bi vî rengî nîşan dide? Bi dîtina min em bi sedema wê zanin. Ji ber polîtîkayên penaberiyê bi ser Tirkiyeyê ve naçin. Di çarçoveya bazariyê de destûr ji kiryarên Tirkiyeyê re têne dayin."
Tecrîd zexta li Kurdan e
Parêzer Endresen anî ziman dema dawî gelek mirov li pêşberî pirsgirêkan hîn bi berpirsyarî tevdigerin, çalak bûne û got, "Li hemberî qirkirina li Xezeyê liv û tevgereke girîng a siyasî heye. Bi dîtina min ev yek tevgereke ku ji bo mirovên bindest têkoşîna edaletê wê dewam bike. Ez piştgiriyê didim girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û gelê Kurd ku li Kurdistanê zext lê tê kirin. Kiryarên li dijî Ocalan mînakek ji zexta li ser gelê Kurd e."