Endamê NÇM’ê: Bila Ocalan li nav me be

Yekşem 22 Îlon 2024 - 16:06

  • Endamê NÇM'ê Engîn Cengîz ji bo ’Mîtînga Azadiyê’ ku 13’ê Cotmehê wê li Amedê pêk were banga tevlêbûnê kir.  Cengîz diyar kir ew ê li mîtîngê bi rengekî aşkere bibêjin ku ew dixwazin Rêber Ocalan li nav gelê xwe bi azadî bijî.

Li bajarên Kurdistanê û Tirkiyê  amadekariyên dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan  ‘’Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê dicivin’’ tê kirin, ku Platforma Saziyên Demokratîk ku di 12’ê Îlonê li Amed û Stenbolê bi daxuyaniyekê ragihandibûn.
Ji Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ku di Platforma Saziyên Demokratîk de cih digire Engîn Cengîz banga tevlîbûna mîtîngê kir.

Bila tevlêbûn zêde be
Cengîz, da zanîn ku ew bi girîngiya mîtîngê dizanin û wê xebatên xwe yên di vî warî de bimeşînin û got: “Em saziyeke çanda Kurdî ne. Ev hem ji bo gelê me hem jî ji bo karê me girîng e. Em ê bi her awayî piştgiriyê bidin da ku tevlibûna li vê mîtîngê zêde bibe."  
Cengîz diyar kir parastina azadiya kesekî wekî Ocalan daxwaza herî mafdar û rewa ye. Cengîz diyar kir ku Ocalan bi fikrên xwe jıyana hevpar a gelan dide der û ji ber vê bal kişand ser li her qadê parastina vê fikrê.  

Em dixwazin Ocalan li nav gel be
Cengîz zext û zordariya li ser civakê bi bîr xist û got,’’Divê em bi rengekî civakî diyar bikin ku ev ne wisa ye û ji şert û mercên aborî heta civakî, çandî û sosyopolîtîk em di bin zext û zordariyeke mezin de ne. Û me ev yek pir zelal dît û em dizanin. Birêz Ocalan bi fikir û nêzîkatiyên xwe hem ji bo gelên li Tirkiyeyê û hem jî ji bo gelên li Rojhilata Navînê bûye hêviyek e mezin û ronahî. Em ê bi awayekî herî xurt diyar bikin ku em dixwazin di mîtîngê de wî di nava xwe de bibînin." 

Banga tevlêbûnê
Cengîz destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke dîrokî ya bi sedsalan e û bang li hemû pêkhateyên bindest kir ku beşdarî mîtîngê bibin. Cengîz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di navbera gelê Kurd û dewletê de, di navbera civaka elewî û dewletê de, di navbera demokrat, sosyalîstan û her kesên xwe wekî parçeyeke xwezayê dibînin û hîs dikin ku tên eciqandin û rastî talan û qirkirinê tên de pirsgirêk heye. Li gorî min divê her mirovekî xwedî wijdan, olî, exlaqî û xwedî hişmendiya civakî piştgiriyê bide vê mîtîngê. Têkiliya birêz Ocalan a bi civakê re û azadiya ku ji tevahiya civakê re anî, me hemûyan dît. Tiştên ku em behsa wan dikin û yên ku em dibêjin, ne tiştên nisbî ne. Ji bo jiyaneke adil û wekhev ez hemû gelê me vedixwînim mîtînga ku wê di 13'ê Cotmehê de li Amedê bê lidarxistin." MA/STENBOL

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.