• Serokê Emerîkayê dema mayîna hêzên Emerîkayê ya li Iraqê ji bo saleke din jî dirêj kir.

Li gorî medya Erebî serokê Emerîkayê Joe Biden dema mayîna hêzên Emerîka ya li Iraqê heya 22’yê Gulana 2025’an dirêj kiriye. Çavkaniyê ragihand ku Joe Biden biryar ji bo Kongreya Emerîkayê şandiye û di biryarê de hatiye gotin ku niha metirsî û gefên ne yasayî li ser ewlekariya nîştimanî û siyaseta derve ya Iraq û Emerîkayê heye.
Çavkaniyê ragihand ku Biden dema mayîna hêzên Emerîkayê ya li Iraqê, ji ber rewşa ne asayî ya nîştimanî, bi taybet jî ji bo aramiya Iraqê dirêj kiriye.
Hêjayî gotinê ye ji bo Hêzên Hevpeyman û Emerîka ji Iraqê derbikevin, hikumeta Iraq û aliyên siyasî gelek caran civiyan û heman daxwaza xwe pêşkêş kirin. Lê bi vê biryarê re diyar bû ku wê Emerîka heya salek din jî li Iraqê bimîne. WASHINGTON