Em li zarokan xwedî derkevin
Sêşem 23 Îlon 2025 - 15:00
- Hevseroka Ofîsa Parastina Zarokan a Şaredariya Qamişlo Ariya Osman derbarê zehmetî, proje, kar û xebatên navenda Helebceyê de got ku pêwîst e hemû malbat xwedî li zarokên xwe derkevin û nehêlin li kolanan parsê bikin.
Şaredariya bajarê Qamişloyê li gundê Xiznayê ji bo lênêrîna zarokên sêwî û yên ku li kolanan parsê dikin, navendeke bi navê Helebce vekiriye. Navenda Helebce hewl dide ji bo zarokan cihekî bi ewle çêke, mafên zarokan bi pêş bixe û çalakiyên perwerdeyî û psîkolojîk li dar bixe.
Derbarê proje, kar û xebatên Navenda Helebce ya lênêrîna zarokên sêwî û zarokên li kolanan de, Hevseroka Navenda Helebce ya Ofîsa Parastina Zarokan a Şaredariya Qamişloyê Ariya Osman axivî.
Ariya Osman di destpêka axaftina xwe de qala vekirina navenda Helebce kir. Ariya got ku ji ber di salên dawî de li Sûriyeyê gelek koçberî hebûye pêwîst bû navendek ji bo parastina zarokan were vekirin û wiha got: “Ji ber rewşa Sûriyeyê ya salên dawî gelek şer û koçberî hebû, gelek zarok sêwî bûn, diçûn ser çopê û li kolanan parsê dikirin. Ji bo ku ev zarok rastî destdirêjiya derûnî, zayendî û fizîkî neyên û mafên wan di civakê de werin parastin, koordînasyona jinan a şaredariya Qamişloyê, di sala 2022’yan de ji bo parastina zarokan, navendeke bi navê Helebce vekir. Sedema ku zarok diçin ser çopê û parsê dikin, xirabûna rewşa malbatê ya aborî ye. Me nîqaş bi malbatên wan re kir û got ku ev kar ji zarokan re nabe. Dema em dibêjin ev kar ji bo zarokan nabe, pêwîst e di heman demê de çareserî ji malbatên wan re jî were dîtin.”
Ariya Osman diyar kir ku navenda Helebce zarokên ji temenê 5 salî heta temenê 18 salî pêşwazî dike û wiha bi dawî kir: “Em ji zarokan re pêşengeh vedikin ji bo karên destan û karê wan pêşkêş bikin û hevalên zarokan vedixwînin. Kesekî ku bixwaze alîkariyê ji zarokan re bike, têkiliyan bi rêveberiya şarederiyê re datîne. Zarokên ku tundî li wan tên kirin ji aliyê malbatê ve û zarokên ku pirsgirêkên wan ên malbatî hebin em wan tînin gel xwe heta pirsgirêkên malbatê werin çareserkirin. Em naxwazin zarokan ji malbatên wan û civaka wan veqetînin. Weke Ofîsa Parastina Zarokan a Şaredariya Qamişloyê daxwaza me ji dayik û bavan ew e ku li zarokên xwe xwedî derkevin û mafên wan biparêzin di civakê de da ku zarok bi malbatên xwe ve girêdayî bin, li kolanan nemînin.”
NÛJINHA/QAMIŞLO/NEXEM ÇAÇAN