Cîgirê nûnerê Emerîkayê yê taybet ji bo Sûriyê David Braunstein piştrast kir ku Rêveberiya Emerîkayê niha girîngî daye dîtina çareseriyeke mayînde li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha dubare kir ku helwesta wan ji bo Rêveberiya Xweser û QSD`ê neguheriye.

David Braunstein ji ANHA`yê re axivî û got: “Ji beriya 4 mehan ve min dest bi karê xwe yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Min serdana gelek herêman kir, ji Dêrikê bigire heta bigihêje Dêrazor, ji Qamişloyê heta Baxozê. Bi rastî ez li hemberî coş û wêrekiya şêniyan û hêza wan matmayî mam e. Ew mirov in gelek baş in”. 

Braunstein destnîşan kir ku niha ji bo wan a herî girîng ew e ku çareseriyeke mayinde ji tevahiya pirsgirêkên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmê bi giştî bibînin û got: “Em bi tevahiya şirîkên xwe çi li derve yan jî hundir kar dikin da ku çareseriyan bibînin ku aştiyê ji hemûyan re tîne. 

Girêdayî êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li ser herêmê Braunstein got: “Em her gurbûnekê ji her aliyekî ve ne guncaw dibînin. Ji bo misogerkirina agirbestê û rawestandina êrişan me berê kar kir û em dê bi şirîkên xwe re kar bikin. Ji vir ez bang li hemû aliyan dikim ku ji gurkirinê dûr kevin, vegerin diyalogê û girîngî bidin dîtina çareseriyên siyasî.”

ANHA/QAMIŞLO