EYLEM AKDAG / MA / AMED
 
Mazlûm Îçlî yê hingê 14 salî, di 6-8’ê Cotmeha 2014’an çalakiyên Kobanê de bi îdîaya Yasîn Boru jî di nav de 4 kes kuştine, hat cezakirin. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ji sûcên “xerakirina tevkariya welat” û “kuştina 4 kesan” bi giştî 124 sal ceza li Mazlûm Îçlî birrî. Tevî ku roja bûyerê, Mazlûm Îçlî li gundekî 140 kîlometre dûrî Amedê li dawetê bûye û gelek delîl hene jî, biryara cezakirinê ji aliyê Dadgeha Bilind ve di 16’ê Tebaxê de hat pesendkirin.           
Dayika Îçlî, Aynûr Îçlî di 23’yê Tebaxê de bi rêya telefonê bi lawê xwe re axivî. Aynûr Îçlî got, lawê wê jê re gotiye, “Ji ber ku em zarokên Kurd in, ceza li me tên birrîn.” Aynûr Îçlî got, ti sûcê lawê wê nîne, “Zarotiya Mazlûm mirandin. Nehiştin bi zarokatî û ciwaniya xwe şa bibe. Ev 9 sal in di hepsê de ye.”

 

Delîlan nabînin

Îçlî got, “Lawê min bêguneh û bêsûc hatiye girtin. Delîl hene, sînyalên telefonê, şofêrê taksiye, şahidiya xwediyê dawetê. Xwediyê dawetê jî zava jî got, lawê min 3 rojan li cem wan maye. Careke din dosyeyê vekin û kurê min berdin. Kurê min niha li Sîlîvriyê girtî ye û ez her dem nikarim biçim, nexweşiya dil û tansiyona min heye.” 
Kekê Mazlûm Îçlî, Zulfu Şiyar Îçlî jî nerazîbûn nîşanî biryara erêkirina ceza da û got, “Mazlûm bêsûc e, dozger û dadger jî dizanin ku ew bêsûc e. Tevî ku 8-9 delîl hene jî dadgehê bi ti awayî qebûl nekir, herî dawî jî Dadgeha Bilind ceza erê kir. Li gund jî lêkolîn hat kirin lê dadgehê qebûl nekir.”