- Koma Hevrayê têkildarî girtina solîstê xwe Gencay Morkoç daxuyanî da û got: “Heta ku faşîzm têk diçe û ev welat dibe baxçeyê demokrasiyê gotina me heye; em ê li ber xwe bidin.”
Endamê Koma Hevrayê Gencay Morkoç di 25’ê cotmehê de li Stenbolê di serdegirtinên malê de hate binçavkirin. Markoç, duh derxistin dadgehê û tevî 20 kesan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Beşdariya Markoç a geşta DEM Partiya Stenbolê weke hinceta girtinê hate nîşandan. Dadgehê ji bo geştê îdiaya “xebatên rêxistinî” kir.
‘Em biryarên siyasî şermezar dikin’
Koma Hevrayê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Sûcên ku weke hinceta girtinê têne binçavkirin, hincetên çêkirî ne ku ji bo girtin û binçavkirinê jî nayên hesibandin. Hevalên me ji ber van sedemên çêkirî dîl hatin girtin. Em van biryarên siyasî yên neheq û bêhiqûq şermezar dikin. Em jî dibêjin; divê ev pergala mêtinger bizane ku ev zext û pêkanînên dijî demokratîk tu carî me natirsînin. Berovajî vê, dê têkoşîna me bi tempoyeke bibiryartir bidomîne. Soza me heye; heta ku faşîzm ji holê rabe û ev welat bibe baxçeyê demokrasiyê, em ê li ber xwe bidin. Bi têkoşîna xwe ya pêş de em ê aştî û serkeftinê bikin çarenûsa vî gelî. Bijî berxwedana têkoşîna azadiya gelê bindest û demokratîk.” MA/STENBOL