• Di civîna salane ya QSD’ê de Mazlûm Ebdî bal kişand ser guhertina demografiya herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine û got: “Guhertina demografiyê bê navber berdewam e.”

Civîna salane ya QSD’ê doh bi tevlîbûna hemû meclîsên wê yên leşkerî, hêzên YPG û YPJ yên di nav QSD’ê cih digirin û meclîsên leşkerî yên Ereb, Senadîd, Suryanî û hemû gelên din dest pê kir.

Civîn doh saet 11:00’an li navenda Fermandariya Giştî ya Hesekê çêbû. Fermandarê Giştî yê Koalîsyona Navnetewî ya dijî DAÎŞ’ê Paul Calvert û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK), Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye, Kongra-Star, Yekîtiya Jinên Sûryanî, oldar, malbatên şehîdan û eşîrên Ereb bi rengekî berfireh tevlî civînê bûn.

Têkoşîn berdewam e

Civîn bi axaftina vekirinê ya ji aliyê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ve dest pê kir.  Ebdî behsa gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û bal kişande ser sûcên mirovatiyê yên li ser Efrîna dagirkirî, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tîne. Ebdî da zanîn ku ew pêkanîn ji yên DAÎŞ’ê cuda nînin û ragihand ku ewê herêmên dagirkirî wisa bernedin. Bang li hêzên navnetewî, koalîsyon û Neteweyên Yekbûyî jî kir ku bêdengiya xwe bişkînin. Mazlûm Ebdî tekez kir ku têkoşîna wan a li dijî DAÎŞ’ê wê bê navber bidome û got ku ew di rizgarkirina cîhanê ji belaya DAÎŞ’ê de bi biryar in, encax di serî de Tirkiye gelek hêz alîkariyê didin DAÎŞ’ê û qedandina wan asteng dikin.

Her wiha Mazlûm Ebdî di axaftina xwe de bal kişand ser koçberên herêmê jî û got ‘’Em careke din soz didin ku ew ê koçberan vegerînin herêmên wan û dê têkoşîna li dijî DAIŞ`ê berdewam bikin.’’

Derfeta Rêveberiya Xweser têrê nake

Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku hîna xeteriya DAIŞ`ê heye û got: “Divê cîhan û şirîkên me yên navneteweyî piştgiriya ku didin me bidomînin da ku em rê li êrişên li dijî herêmên me bigirin.” Axaftina Mazlûm Ebdî bi vî rengî dewam kir: “Di vê pêvajoyê de rêbazên leşkerî tenê têrê nake ku DAIŞ tune bibe. Divê binesaziya wêrankirî were pêşxistin. Divê şert û mercên jiyanî yên şêniyan werin başkirin. Divê têkoşîna li dijî DAIŞ`ê berdewam bike da ku DAIŞ bi temamî tune bibe. Ji bo wê divê li ser astên siyasî, civakî û xizmetguzarî piştgirî ji Rêveberiya Xweser re were pêşkêşkirin.-Bi hezaran girtiyên DAIŞ`ê û malbatên wan li herêmê ne. Hemû dizanin ku derfeta Rêveberiya Xweser têrê nake ku bi tenê bi vê dosyayê re mijûl bibe. Ji bo pêşxistina rewşa girtîgehan û kampan heta ku ew kes vedigerin welatên xwe, divê civaka navneteweyî piştgiriyê bide.”

Guhertina demografiyê

Her wiha Ebdî bal kişand ser guhertina demografiya herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine û got: “Guhertina demografiyê bê navber berdewam e.” Ebdî piştrast kir ku divê koçber vegerin warên xwe, her wiha biryara ferzkirina cezayan li ser çeteyên Ehrar El-Şerqiye erênî nirxand.

Ebdî careke din dubare kir ku QSD`ê amade ye bi hemû aliyên ku dixwazin aloziya Sûriyê çareser bibe, diyalogê bike û wiha dewam kir: “Em bi diyalogê, agirbest, diyaloga sûrî-sûrî, çareseriya siyasî û çareserkirina pirsgirêkên bi hikumeta Şamê re ne. Divê peyama me şaş neyê fêmkirin. Daxuyaniyên hikumeta Şamê yên têkildarî hêzên me nayên qebûlkirin û nakeve xizmeta Sûriyan. Ew hêzên me bi îxanetê û parçekirina welêt tawanbar dike. Em ji wan re dibêjin, we ev herêm ji DAIŞ û komên terorîst re hiştin. Hêzên me, yên ku ev herêm rizgar kirin û parastina gel dikin.

Em bi nasnameya xwe ya Sûrî serbilind in. Hemû hêzên di bin sîwana QSD`ê de bi vê yek serfiraz in. Di civîna berê de me biryareke girîng girt ku sazûmaniya QSD`ê biguherînin. Lê ji ber êrişên dewleta Tirk û pandemiya koronayê ev biryar û gelek biyarên din nehatin pêkanîn.

Di vê civînê de em ê hewl bidin gelek biryaran bigirin ku pêkanîna biryarên berê misoger dikin. Em ê saziyên leşkerî pêş bixin, karînên wê zêde bikin, xebatên rêveberî û leşkerî pêş bixin da ku DAIŞ`ê bi temamî tune bikin, herêmên dagirkirî rizgar bikin û ewlehiyê li Sûriyê bi giştî pêk bînin.”

Paşê Fermandarê Koalîsyona Navnetewî Paul Calvert peyivî û got,  evê têkilî û alîkariya xwe ya ji bo QSD’ê ya di şerê li dijî DAÎŞ’ê bidomînin.

Piştî hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer jî, li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Abid Hamid El Mahbaş jî peyivî û diyar kir ku sîstema xweser ya wan ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê heyî di çarçoveya yekparetiya welat pêş xistî, yekane rêya çareseriyê ye.   HESEKÊ