Em faşîzmê têk bibin

Yekşem 7 Gulan 2023 - 14:28

  • PKK’ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn: Di meha şehîdan de, em ê tekoşîna ji bo demokrasî û azadiyê bi pêş bixin, 14’ê Gulanê faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin û pêşî li Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk vekin.

Komîteya Rêveber a PKK'ê şoreşgerên ku di meha Gulanê de şehîd bûn bi bîr anîn. Komîteya Rêveber a PKK'ê di serî de Hakî Karer, Deniz Gezmîş, Huseyîn Înan, Yûsûf Aslan, Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ozan Mizgîn û Ûlaş Bayraktaroglû weke kesayetên pêşeng ên di meha Gulanê de şehîd bûne, bi bîr anîn û got, "Di Meha Şehîdan de îlana şehîdên me yên nû yên leheng hat kirin; endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê, Konseya Fermandariyê ya YJA Starê, Meclîsa PAJK'ê û milîtana pêşeng a hêja ya PKK'ê Gulçiya Gabar û Pelşîn Newroz, her wiha milîtanê hêja yê PKK'ê Dilxwaz Gabar ê ji fermandariya eyaletê heta bi refên HPG'ê di her astê de fermandarî kir, hevrê Sozda Botan û Ciwana Oremar, şehadeta wan hate ragihandin. Beriya her tiştî em hevrê Gulçiya, Pelşîn, Dilxwaz, Sozda û Ciwana bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku armancên wan bi ser bixînin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz, dostên xwe, jin û ciwanên Kurdistanê bi taybetî jî yên Mêrdîn û Botanê dikin ku rastiya van şehîdên me yên leheng fêhm bikin û bi xurtî xwedî li wan derkevin.

Denizan gulleya yekem teqand

Di salvegera 51’emîn a şehadetên wan de em şoreşgerên pêşeng Deniz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Gelek eşkere ye ku cara destpêkê ew li ber zihniyet û siyaseta faşîst-olîgarşîk rabû ku beriya 52 salan bi derbeya leşkerî ya faşîst 12’ê Adarê re destpê kir û îro weke faşîzma AKP-MHP’ê dewam dike rabûn. Wan guleya yekemîn teqand. Cara destpêkê wan meşa Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk da destpêkirin. Di pêngava Rêber Apo û PKK'ê de ew bûn hêza herî mezin û biryarê ya dehfdanê. Li ser vî bingehî, em bang gelê Kurd, li gelên Tirkiyeyê, jin û ciwanan, karker û kedkaran dikin da ku vê rastiyê baş fêm bikin, bi xurtî tevlî hilbijartinên 14’ê Gulanê bibin, faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin, da ku Hêzên Ked û Azadiyê bi xurtî bikevin meclîsê û bi vî rengî pêşiya Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk vekin; da ku encameke pêkanîna armancên Deniz, Yûsuf û Huseyinan derxin.

Şehîd di raperînê de dijîn 

Beriya niha bi 13 salan dewleta Îranê di 9’ê Gulana 2010’an de Şirîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Alî Haydariyan, Ferhat Wekilî û Mehdî Îslamî bi darve kirin. Em di salvegera 13’an a şehadeta wan de van şoreşger û welatparêzên Kurd ku ên ku bê tirs çûn îdamê, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Ev 13 salên bihurî, nîşanî me didin ku van bidarvekirinan ti tişt bi dewleta Îranê nedaye bi serxistin û rejîmê nekarî gelên Îranê ji lêgerîna azadiyê dûr bike. Nexasim jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, ciwan û gelên Îranê hemû li pey şopa van şehîdan dimeşin, û ev 8 meh in bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ serhildaneke mezin dimeşînin. Gelek eşkere ye ku bibîranîna van şehîdên me di vê serhildanê de dijî, vê serhildana ku bandor li cîhanê hemûyî kiriye. Bi vê wesîleyê em bang li rêveberiya Îranê dikin da ku rastiyên qewimî, rast fêm bike, baş bibîne ku ew nikare bi îdam û zextê gel û jinan ji lêgerîna jiyana azad dûr bike û dest ji rêbazên xwe yên zextê yên bi vî rengî berde û guh bide daxwazên girseyan. 

Ulaş wê hertim di tekoşînê de bijî

Her wiha 9’ê Gulanê 6’emîn salvegera şehadeta hevrê û dostê me yê hêja, lawê leheng ê gelên Tirkiyeyê, pêşengê Berxwedana Gezî û pêşengê DKP-BOG Ulaş Bayraktaroglu bû; wî li Reqayê li dijî çeteyên faşîset ên DAIŞ’ê şer dikir. Eşkere ye ku Ulaş Bayraktaroglu hem ji bo bipêşketina Şoreşa Rojava û hem jî ji bo avakirina Tevgera me ya Yekbûyî ya Şoreşger (HBDH) kedeke mezin da. Bibîranîna wî wê her tim di bipêşketina neteweya demokratîk a li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û di têkoşîna me ya yekbûyî ya şoreşgerî ya li Tirkiyeyê de bijî. 

Hunermendî û gerîlatî kire yek

11’ê Gulanê 31’emîn salvegera şehadeta hevrê Hozan Mizgîn e ku sala 1992’an li Tetwanê li dijî artêşa Tirk a faşîst-qirker şer kir. Hevrê Hozan Mizgîn weke jineke azadîxwaz, hunermendî û gerîlatiya Kurdistanê kir yek û nîşanî me hemûyan da ku ji hev ne cuda ne, berovajî hevdu temam dikin. Li ser vî bingehî derbeke mezin li wan feraset û helwêstan xist, ew helwêstên ku hewl didin hunerê Kurdî ji şerê azadiyê û gerîlatiyê veqetînin. Bi vî awayî feraset û pêkanîna rast a xeta Apoyî derxist holê û xeta pratîkî ya şoreşgerî ya rast bi pêş xist. Ev xeta ku 31 salan heye, rêya her kesê ku dixwaze huner û şer bike, ronî dike û wan vedixwîne hunermendiyek û şerekî rast. 

Şehîd doh, îro û siberoja me ne

Pratîka pêncî salên bihurî nîşan dide ku li Kurdistan û Tirkiyeyê hişmendiya azadîparêz û demokratîk, rêxistinbûn û pratîk her tim bi pêşengiya şehîdan bi pêş ketiye û bûye mîrateya şehîdan. Ji Deniz Gezmiş heta Hakî Karer, ji Hozan Mizgîn heta Gulçiya Gabar rastî ev e. Şehîdên me her tim bûne meşaleya ku rêya me ronî dike. Ew pêşeroj, roja me ya îro û paşeroja me ne. Ew çavkaniya hêza me ya herî bingehîn e li her dem û li her deverê. Duh wisa bû, îro jî wisa ye û sibê jî wê wisa be. Têkoşîna ku wê faşîzmê hilweşîne, tecrîdê bişkîne û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike, wê bi pêşengiya şehîdan pêş bikeve û bi ser bikeve. Em careke din şehîdên meha Gulanê hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û bang li tevahiya gelê xwe û dostên xwe dikin da ku di tevahiya meha Gulanê de di xeta şehîdan de têkoşîna azadiyê geş bikin û her roj ji bo bibîranîna şehîdên xwe yên leheng çalakiyan li dar bixin!"

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.