Em ê li her qadê rastiyan nîşan bidin
Duşem 28 Cotmeh 2024 - 19:00
- Jinên rojnameger ên li qadan bi zext û êrişan rû bi rû dimînin peyama dewamiya têkoşîna xwe dan û wiha gotin:”Di demeke ku daxwazên herî demokratîk û mafdar ên gelê Kurd bi êrîş û zextan tên tepisandin, em kedkarên çapemeniya azad em ê daxwazên herî mafdar ên gelan bînin ziman. Em ê li her qadê rastiyan nîşan bidin û bi kameraya xwe bikşînin.”
ROZA METÎNA
Êriş û zextên li ser çapemeniya azad her diçin zêde dibin û li dijî vê yekê jî têkoşîna kedkarên çapemeniya azad dewam dike. Jinên rojnameger ên li qadê bi êrişan rû bi rû man têkildarî zextên li ser çapemeniya azad û têkoşîna li heber vêya nirxandin kirin.
Em ê dev ji heqîqetê bernedin
Rojnameger Heval Onkol bal bir ser êrişên li dijî kedkarên çapemeniya azad û wiha got:”Di 13’ê Cotmehê de me nûçe dişopand û em bi êrişê rû bi rû man. Her hevalên çapemeniyê yên nûçe dişopandin bi vê êrişî rû bir û man. Polîsan xwestin kameraya me ji destên me bigirin. Polîsên mêr qerta min a çapemeniyê xwest. Dema min qerta xwe nîşan da jî diyar kir ku ew qerta min nas nake û qebûl nake. Min jî ev helwest qebûl nekir. Piştre wêneyê qerta min kişand û got em ê dawiyê hev bibînin û gef li min da xwarin. Ev gefrxwarinan ji bo çapemeniyê ne ewil in û ne dawî jî bin. Em giş vê yekê dizanin. Lê belê em çapemeniya azad li dijî vê yekê sekneke çawa nîşan bidin ev girîng e. Sekna me zelal e. Em bermahiyên Gurbetelli Ersoz û Apê Mûsa ne. Em ê dev ji nivîsandina heqîqetê bernedin. Em ê heqîqeta gel zextên gel pê rû bi rû dimînin her tim binivîsin.”
Bila zext bi dawî bin
Heval da zanîn divê zextên li ser rojnamegeran bi dawî bibe û wiha dewam kir:”Li Amedê dema ku di 13’ê Cotmehê de êriş ji aliyê polîsan ve li me hatin kirin piştre li Silopiyê jî sê hevalên me yên rojnameger hatin binçavkirin êriş li wan jî hat kirin. Bi vê mînakê jî me dît ku zextên li dijî çapemeniya azad hîn dewam dike. Em dibêjin bila zextên li hember rojnamegeran bi dawî bibe. Ji bo bi dawî bibe em ê li berxwe bidin. Dema em di mîtingê de hatin astengkirin û du polîsan xwestin min ji cihekî bilind del bidin û bixin jî dîsa min li berxwe da.”
Em îfadeya xwe paş de jî nagirin
Heval diyar kir ku wan giliyên polîsan jî kirine û wiha got:”Li dijî vê êrişê em hatin ÎHD’ê û me giliyên polîsan kirin. Em îfadeya xwe paşde jî nagirin. MKG û DFG’ê jî di vî warî de piştgirî dan me. Em paş de gavê navêjin. Bi taybet jî jin dibin hedef. Di şopandina nûçeyan de jî dîsa jinên polis jî êrişî me dikirin. Ev jî polîtakaya sîstemê ya li ser jinan e. Armanca sîstemê ew e ku têkoşîna jinan asteng bikin û ev jî nîşan dide ku sîstem çawa ji jinan ditirse. Lê belê em li hember vê êrişî serî natewînin kîja qada be bila bibe em ê li wir berxwendana xwe bidomînin.”
Em ê li her qadê rastiyan nîşan bidin
Nûçegîhana MA’yê Ceylan Şahinli da zanîn ew ê her tim rastiyan binivîsin û wiha got:”Em dizanin ku polîsên Amedê dema gotina tecrîdê dibihîzin çiqasî bêtehamul in. Di wê rojê de bertekên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bi taybetî li kolanan deng veda bû sedema bingehîn a êrîşa polîsan. Di dema kişandina vê de gelek caran li min xistin. Hewl dan kameraya min bê şikandin. Ev êrîş di rojekê de bi dawî nebûne. Ji berê ve em bûne hedefa heman êrîşan. Em baş dizanin ku êrîşên li dijî gelê Kurd tê çi wateyê. Di demeke ku daxwazên herî demokratîk û mafdar ên gelê Kurd bi êrîş û zextan tên tepisandin, em ê weke kedkarên çapemeniya azad daxwazên herî mafdar ên gelan bînin ziman. Em ê li her qadê rastiyan nîşan bidin û bi kameraya xwe bikşînin.”