Gerîlayê HPG’ê Agir Tilezêr yê ji Şengalê, di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker de, 11’ê Hezîrana 2022’an li qada berxwedanê ya Werxelê şehîd bûbû.

Birayê şehîd Agir Tilezêr, Rojhat Feqîr li ser şehadeta birayê xwe got; “Di 3’ê Tebaxa 2014’an PDK’ê em firotin û reviya. Keç û dayîkên me ketin destê çeteyên DAIŞ’ê. Lê gerîlayên azadiyê xwe gihandin bi hawara xelkê Şengalê’’.

Feqîr destnîşan kir ku şehîd Agir li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer kir û got; “Piştre biryara tevlîbûna refên gerîla da. Ev yek ehlaqa me ya Êzidiyan e. Dema kesekê qencî li me dike, em ti carî ji bîr nakin’’. 

Rojhat Feqîr da zanîn ku çawa gerîla ji bo wan canê xwe dane, ew jî amade ne, di nava refên gerîla de şer bikin û got; “Ne tenê Şehîd Agir, gelek keç û xortên Êzdiyan berê xwe dane çiyayên azad û li hemberî dewleta Tirk a dagirker şer kirine. Şehîd Bêrîvan, Tekoşer Delîl û gelek kesên din’’.

Feqîr diyar kir ku ew bi şehadeta birayê xwe serbilind e û got; “Li ser gerîla çekên kîmyewî bikar tînin. Em weke civaka Êzidî vê yekê qebûl nakin. Em ê heta dawî li kêleka gerîla bin.”

ANF/ŞENGAL