Em ê herêmê biparêzin

Şemî 3 Kanûn 2022 - 00:25

BASIL REŞÎD/ANHA/HESEKÊ

 

Dewleta Tirk a dagirker çav berdaye destketiyên Başûr û Rovayê Sûriyeyê, ji bo tinekirina wan êrişa dibe ser Kurd, Suriyanî, Ermenî  û gelen din. Gelê herêmê li dijî van êrişan nerazî ye. Ermenên li bajarê Hesekê bi biryar in ku li dijî vê hovîtiya dewleta Tirk li ber xwe bidin.

Hevseroka Meclisa Civaka Ermenî ya kantona Hesekê, Aref Kasabian diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker pêkhateyên herêmê hemûyan dike hedef. Aref Kasabian got, “Em li gorî şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin dikin û amade ne ku bersiva her êrişa li dijî xaka me were kirin, bidin. Hêzên me li eniyên şer in û amade ne gelên herêmê ji êrişan biparêzin."

Aref Kasabian bal bire ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk û wiha dewam kir: "Bêdengiya hêzên navneteweyî piştrast dike ku ev hêz êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca têkbirina projeya demokratîk, biratiya gelan û jihevxistina pêkhateyên herêmê erê dikin."

Endamê Meclisa Civaka Ermenî Ara Xajikian jî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got, "Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên xwe hewl dide komkujiyên beriya 115 salan ku li dijî me pêk anîbû, dubare bike da ku pêkhateyê Ermen bi taybetî û yên din qir bike. Em gelê herêmê amade ne bersiva her êrişa ji derve ve ya bi armanca têkbirina ewlehiya herêmên me, bidin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.