• Gelê Kurd di çalakiyan de ku li seranserê welatên Ewrûpayê pêk hatin, peyama ‘Hûn nikarin me biqedînin, em ê her hebin’ da.

 

Kurdên li derveyî welêt li dijî qetlîama nijadperest a ku li Konyayê pêk hat û ji heman malbatê 7 kes canê xwe ji dest da, daket meydanê. Gelê Kurd di çalakiyan de peyama ‘Hûn nikarin me biqedînin, em ê her hebin’ da. Ji Kanadayê heta Qibrisê gelê Kurd bi yek dengî vê qetlîama nijadperest rûreş kir.

KANADA- TORONTO

Li cihekî şên ê bajêr North York Civîc Centreyê kom bû. Belavokên ku li ser wêneyên kesên ku hatibûn kuştin hebûn, hatin belavkirin. Her wiha di belavokan de êrîşên qirker jî hatin vegotin.

QIBRIS-LÎMASOL

Xelk êvara Şemiyê li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Teofîlosê hatin cem hev û ji bir heta bi parka Molozê meşiyan.

NORWEC- OSLO

 Endam Aso li ser navê NCDK Oslo axivî û nerazîbûn nîşanî bêdengiya rayedarên Ewrûpayê da. Çalakî bi sloganên ‘Erdoganê kujer’, ‘Azadî ji Kurdistanê re’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû.

FÎNLANDIYA-HELSÎNKÎ

Çalakger li pêşiya Norîkantorî kom bûn û bi sloganan qetlîama li Konyayê şermezar kirin.

EWÛSTÛRYA-VIYANA

Li paytexta Ewûstûrya Viyanayê jî bi banga TCŞ’ê û TekoJin komkujî hate şermezarkirin.

SWED-STOCKHOLM

Di çalakiyê de ku çalakvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên HDP, PJAK û KJAR’ê hilgirtibûn bi zimanên Kurdî û Swêdî axaftin hatin pêşkêşkirin. Di axaftinên hatin pêşkêşkirin de di serî de qetlîam û êrîşa nijadperestî ya li Konyayê ya li hemberî malbata Kurd bal hat kişandin li ser qetilkirina Denîz Poyraz, Hakîm Dal û hemû cûre êrîşên qirker û dagirker ên faşîzan yên dewleta Tirk û hat gotin ku bi wan êrîşan dixwazin gelê Kurd bitirsînin û bêdeng bikin.

INGILISTAN-LONDON

Bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn ku çalakî bi banga Yekîtiya Hêzên Demokratîk (DGB) a Brîtanyayê pêk hat. Di çalakiyê de ya li ber Pirtûxaneya Manor House gelek caran hete gotin, 'bimre faşîzm'', ''bimre faşîzma TC'ê''

Serokê Federasyona Elewî ya Brîtanyayê Israfîl Erbîl axivî. Erbîl got faşîzm bi teqezî wê were têkbirin.

HOLLANDA- DEN HAAG

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku divê piştgiriyê bidin malbata Dedeogûllari û bang li dewleta Hollandayê û Yekîtiya Ewrûpayê hate kirin ku bila li hemberî dewleta Tirk a faşîst helwesta xwe zelal bikin.

FRANSA-PARÎS

Di vê çalakiyê de daxuyanî hate dayîn û hate gotin “Wê polîtîkaya tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê tu carî bi ser nekeve. Hemû kesên ku li hemberî vê qetlîamê bêdeng mane, berpirsê vê qetlîamê ne. Wê Kurd li her derê li ber xwe bidin.’’  NAVENDA NÛÇEYAN

 

Hêrsa gelê Kurd li dijî nijadperestiyê

Ji bo protestokirina qetlîama li Konyayê ya di encama êrîşê faşîstên AKP-MHP’yî pêkhat, li bajarên Luzern, Bern, Lozan, Cenevre, Zurîh, Basel û Bellînzona yên Swîsreyê jî gel daketin qadan û qetlîam şermezar kir.

LUZERN

Kurdistaniyên li kantona Luzernê ku bersiv da banga lezgîn a çalakiyê saet 12:00’an li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kom bû. Wekîlê Partiya Sosyalîst (SP/PS) Davîd Roth di mîtîngê de axivî û got têkoşîna ku gelan li hemberî faşîzm û nijadperestiyê danî watedar e û banga hevparkirina têkoşîna li hemberî dijminatiya koçber û biyaniyan ku li Swîsreyê her diçe zêdetir dibe kir.

BERN

Li Bahhofpolatz a bajarê Bern a Swîsreyê jî çalakî hebû. Di çalakiyê de dovîzên ku li ser wan navê 7 kesên hatibûn qetilkirin hatibû nivîsandin hilgirtin. Çalakî piştî deqeyek rêz girtinê destpêkir. Li ser navê TJK-E Hediye Mûznûr daxuyaniya bi zimanê Elmanî xwend. Her wiha Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurd ya Bernê Bûrhan Kocamaz axivî û got; “Li hemberî êrîşên qetlîamê yên nijadperest û faşîzan ên gelê Kurd dikin armanc, li her cihê ku lê dijî ji bo ku rûyê qetlîamger ê dewleta Tirk teşhîr bikin, emê berdewam li qadan bin.”

ZURÎH

Li Zurîh çalakî li Staûfacher’ê hat lidarxistin. Hêzên Têkoşîna Hevgirtî û hêzên demokrasî yên Swîsreyî jî tevlê çalakiya li wir bibûn. Di çalakiyê de li hemberî êrîşên qetlîamî yê AKP-MHP’ê yên gelê Kurd dikin armanc, bangên bilindkirina têkoşînê hatin dayîn.

CENEVRE

Li Cenevreyê jî li pêşiya postxaneya Mont-Blankê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de belvokên bi zimanê Fransî hatin xwendin û li ser navê saziyên di çarçoveya teşhîrkirina qetlîamê de axaftin hatin kirin. Piştî axaftinê gel dest bi meşê kir.

Meş li ber istasyona navendî ya trenê bi berzkirina dirûşmeyan bidawî bû.

LOZAN

Li bajarê Lozanê mîtîngek li ber kilîseya St.Laûrentê hat lidarxistin. Di çalakiyê de piştgiriya ku di serî de Swîsre, dewletên Ewrûpî didin polîtîkayên qetlîam û faşîzma AKP-MHP’ê hatin protestokirin û belavokê bi zimanê Fransî hatin xwendin.

Qetlîama Konyayê li bajarên Basel û Bellînzonayê jî hate şermezarkirin.

 

‘Kujer Erdogan e’

 

Li gelek bajarên Elmanyayê jî çalakî hatin lidarxistin. Hin ji wan ew in;

BERLÎN

Di çalakiyê de peyam hate dayin ku ew ê rê nedin faşîzmê. Çalakî bi banga Nav-Berlîn û meclîsên jinan ên Dest Danê li Alexanderplatzê pêk hat. Di çalakiyê de peyama Kon-Medê hate xwendin. Siyasetmedar Sîbel Yîgîtalp axivî û got Kurdan bi zanebûn dikin hedef.

DUSSELDORF

Çalakî li pêşiya DGB Haûsê hate destpêkirin. Li ser navê Komîteya Amadekar Yilmaz Gultekîn di çalakiyê de axivî û got “Mirovên me li malên xwe hatin kuştin. Mantiqa ku digot ‘Doza Kurdan li Arjantînê be, em ê li wir bidin’ ev êriş kir. Divê ew jî zanibin gelê Kurd mirinê qebûl dike lê wê îxanetê qebûl neke.” Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut jî got, Qoçgirî, Zîlan, Mereş, Roboskî û Efrîn nehatiye jibîrkirin û got “Qetlîama Konyayê dûmahîka qetlîama Garê ya Enqereyê ye” Zumrut ji bo çalakiyên salvegera Qirkirina Şengalê ya 3’ê Tebaxê jî banga tevlîbûna çalakiyan kir.

NURNBERG

Çalakî li Hallplatzê hate kirin. Hevserokê Mala Gel a Medyayê ya Nurnbergê Hîkmet Gencer di çalakiyê de axivî û got “Qetlîama li Merama Konyayê bi metodên şerê taybet a dewleta Tirk a faşîst hate kirin. Em bi awayê herî tund van qetlîamên nijadperest şermezar dikin.”

FRANKFURT

Li bajarê Frankfurtê yê Elmanyayê jî gelê Kurd û dostên wan li hemberî qetlîamê daketin qadan. Gel li Haûptwachê htin ba hev û qetlîam protesto kirin. Di mîtîngê de li ser navê PKAN û NCDK’ê jî axaftin hate kirin. çalakî bi sloganên ‘Erdoganê kujer’ û ‘Tirkiyeya terorîst’ bi dawî bû.

HILDESHEÎM

Li bajarê Hildesheîm ê Elmanyayê jî qetlîama li Konyayê hate protestokirin. Di çalakiyê de belavok hate xwendin. Çalakî bi sloganên ‘Erdoganê terorîst’ û ‘Tirkiyeya terorîst’ bi dawî bû.