Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê dikeve sala 40'î. Di vê salvegerê de, hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên ku bi vê çalakiya bi wate sekn û rûmeta mirovahiyê ya dîrokî parastin, encamgirtina bi berxwedanê hînî me kirin û xeta berxwedanê ya PKK'ê afirandin, di şexsê van hevrêyan de şehîdên Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku di serî de li çiyayên Kurdistanê li her cihî xwedî li vî ruhî û vê seknê derkevin û di xeta şehîdan de ber bi serketinê ve bimeşin."

NPG´ê di dewamê de got, “Gelê Kurdistanê 14'ê Tîrmehê weke 'Roja Rûmetê' pêşwazî dike, Ruhê Berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê ji xwe re kiriye rêûresmek û têdikoşe. Gerîlayên azadiyê 37 sal in li ser vê xetê şer dikin. Berxwedana Garê ya ku 10-14'ê Sibata 2021'ê bi fermandariya fermandarê me yê mezin hevrê Şoreş Beytuşşebab hate kirin û veguherî destana serketinê, Berxwedana Mamreşo ya 23'ê Nîsanê-3'ê Gulana 2021'ê bi fermandariya hevrê Serhat Giravî û Sarya Diyar, Berxwedana Aris Faris a 6-8'ê Gulana 2021'ê ya bi fermandariya fermandarên me yên YJA Starê hevrê Diyana Marîa û Amara Cûdî, şerê gerîla yê li Heftanîn, Xakurkê, Avaşîn, Zap, Metîna û tevahiya Bakurê Kurdistanê ispata herî mezin e ku nîşan dide Ruhê 14'ê Tîrmehê bi ser dikeve. Bi navê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê em bi bawerî û biryar in ku ala bexwedanê ya ji şehîdan wergirtine, bi serketina Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê tacîdar bikin."

BEHDÎNAN