- Nîlîufer Şahîn ku ev 20 sal in girtî ye têkilî armanca berxwedana li zindanan got ew dixwazin bi çalakiya xwe şertên Ocalan ji civakê re vebêjin, bang li malbatan û civakê kir ku bêhtir li çalakiya wan xwedî derkevin û got,’’Ocalan ji bo azadiyê şansek e.’’
Girtiyên siyasî bi çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” çalakiya xwe ya greva birçîbûnê wek boykotkirina dadgehan, derneketina hevdîtîn û telefona malbatan didomînin. Girtiyên ji bo balê bikêşin ser tecrîda Rêber Abdullah Ocalan dibêjin “Em ê şert û mercên Îmraliyê bijîn” di domandina çalakiyên xwe de bibiryar in.
Nilufer Şahîn a 20 sal in girtî ye û di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de tê ragirtin, bi nameya ku ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şandiye têkilî armanca çalakiya girtiyan, bendewariyên xwe yên ji derve axivî.
Tecrîd israra li şer e
Şahîn di nameya xwe de got,’’ Em bi hezaran girtiyên siyasî, bandora tecrîdê hem wek fizîkî hem wek derûnî girantir hîs dikin. Li aliyê din em bandora birêz Ocalan a li ser welatê xwe, Tirkiye û gelên li herêmê dizanin. Bêyî Ocalan çareseriyek pêkan nîn e, rasteqîn nîn e. Em dizanin ku tecrîdkirina birêz Ocalan a ji hêla dewletê tê danîn di şer de israrkirin e. Em ji bo ev şêwaza sisasetê dawî bibe di çalakiyê de ne.”
Em hewl didin şertên Ocalan vebêjin
Şahîn bal kişan ser armanca derbaskirina qonexekî din a çalakiyê û ev tişt gotin: “Em hewl didin şert û mercên tecrîda ser Abdullah Ocalan tên meşandin ji civakê re vebêjin. Em nikarin bi şert û mercên li birêz Abdullah Ocalan tên sepandin bijîn lê belê em dikarin heya astekî van şertan bijîn. Ji ber ew di girtîgehekî li giravê tê ragirtin û derveyî 3 girtiyên tu têkiliya wî bi derve re nîn e. Tevî vê yekê jî telefon nekirina me ya malbatan, boykotkirina dadgahan û derneketina hevdîtina bi malbatê re, bi ser malbatan gelek bandor dike. Bêguman birêz Ocalan û 3 hevalên li gel li dijî şert û mercên giran li ber xwe didin. Em ê jî vê berxwedana xwe bidomînin.’’
Banga: Bêhtir xwedî derkevin
Şahîn bi berdewamî bang li malbat û civakê kir û got,’’Banga me ji malbatan ew e ku li derve bêhtir xwedî li çalakiya me derkevin, ji bo careke din me bibînin bila bêhtir ked bidin ku îşkenceya tecrîdê were rakirin. Ji hemû civakê bendewariya me ev e.’’
Azadî bi Ocalan pêkan e
Şahîn herî dawî wiha got: ‘’Azadî û aramî ji çareserkirina pirsgirêka Kurd derbas dibe. Ev yek bi birêz Ocalan re pêkan e. Bi vî aliyê xwe ve, ji bo her kesekî, ji bo civakê, ji bo Tirk û Kurdan şansek e. Niha ya ku dewlet dîl girtiye û tecrîd kiriye di heman de mê de derfeta aştiyê ya gelen e. Em bi çalakiya xwe berjewendiyên civakê difikirin, bi ser navê civakê tevdigerin, bang li kesên baweriya xwe bi rêgezên hiqûqê yên gerdûnî tînin dikin. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a aştiyane, ji bo rakirina tecrîda ser birêz Ocalan rabin.” MA