- Bayik: Ji bo ku em weke Kurd vê rejîma faşîst û dijminê mirovahiyê têk bibin, divê em weke Tevger û gel têkoşîna xwe ya li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê mezintir û geştir bikin. Bêguman em dikarin vê yekê bi kûrkirina xeta 14’ê Tîrmehê pêk bînin û bi ser bixin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik li ser çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê nivîsî û got, 14'ê Tîrmehê ispat kir ku di nava şert û mercên herî giran de bi berxwedanê dijmin dikare bê têkbirin.
Di ser Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin 41 sal derbas bûn, ku di 14'ê Tîrmeha 1982'an de li Zindana Amedê ji aliyê kadroyên pêşeng ên PKK'ê ve hate destpêkirin û bi şehadeta Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi dawî bû. Bi wesîleya vê rojê ku ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurd gelekî girîng e, Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik gotarek nivîsî.
Di gotara Cemîl Bayik got, "Berxwedana 14'ê Tîrmehê li dijî zilm, hovîtî û êşkenceyê çalakiyeke gelekî mezin e ku bandora xwe hîn jî dewam dike. Bi qasî mezinahiya xwe ya ji bo gelê me û partiya me, her wiha ji bo dîroka mirovahiyê jî yek ji çalakiyên herî mezin e. Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê yên Mezin ji bo me gel û tevgerê sekna rast a li dijî mêtingerî û faşîzmê nîşan dan, rêya serketinê destnîşan kirin, di bin hovîtî û êşkenceya giran de mînaka esîl a parastina nirxên mirovahiyê û mirovmanê raxistin pêş çavan. Ji ber vê taybetmendiya xwe Berxwedana 14'ê Tîrmehê ji bo mirovahiyê nirxekî mezin e. Kadroyên pêşeng ên partiya me hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên ku ev berxwedana mezin afirandin, di salvegera çalakiya wan de careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim û bi rêzdarî bejna xwe li ber çalakiya wan a dîrokî ditewînim. Di şexsê wan de şehîdên demokrasiyê û şoreşê hemûyan bi bîr tînim. Ez her wiha gerîlayên ku bi ruhê 14'ê Tîrmehê li dijî dijminê dagirker şer dikin, silav dikim, ji ber berxwedana wan a mezin û çalakiyên wan ên serketî, wan pîroz dikim. Rastiya bingehîn û herî girîng a ku Berxwedana 14'ê Tîrmehê ya Mezin nîşanî me da ew e ku şert û merc çiqasî giran jî bin bi berxwedanê mirov dikare rûmeta mirovahiyê biparêze û dijmin têk bibe.”
Doza serxwebûnê ya Kurdistanê parastin
Bayik di dewamê de bal bire dilsoziya bi doza serxwebûn û azadiya Kurdistanê re ya berxwedêrên 14´ê Tîrmehê û wiha nivîsî: “Li cem berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bawerî û dilsoziya bi doza azadî û serxwebûnê ya Kurdistanê û xeta têkoşînê ya PKK'ê li pêş e. Ji ber vê yekê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê di nava şert û mercên herî giran de ev doz parastin û li ser bingehê xeta berxwedanê ya PKK'ê têkoşiyan.”
Li ser bandora çalakiyê jî Bayik got, “Rejîma cûnta faşîst a 12'ê Îlonê bi armanca qirkirina Kurdan pêk hat. Têkoşîna rizgariya neteweyî, sosyalîzma çînî û gelên bindest a ku li cîhanê bilind bû, di destpêka salên 1970'î de bandor li Tirkiye û Kurdistanê jî kir, bi taybetî hestên şoreşgerî da ciwanan. Dewleta Tirk ji ber ku nekarî bi destê rêxistinên faşîst ên paramîlîter pêşî li vê mezinbûna şoreşgerî bigire, bi piştgiriya NATO'yê di 12'ê Îlona 1980’yî de darbeya leşkerî kir. Bi rejîma cûnta ya faşîst re xwestin li Kurdistanê pêşî li wê yekê bigirin ku têkoşîna rizgariyê û hişmendiya neteweyî li nava girseyan belav nebe û Kurdan qir bikin. Şert û merc gelekî giran bûn ku tevgerên şoreşger li welêt bimînin û xwe biparêzin. Lewma gelek tevger neçar man berê xwe bidin derveyî welat. Rejîma cûnta ya faşîst ji bo otorîte û helwêsta xwe nîşan bide, bi dehan şoreşger bi darve kirin. Êşkence li girtiyan hate kirin, li gel êşkenceyê xwestin ku poşmaniyê û îtirafkariyê ferz bikin.
Rêber Apo jî ji bo tevgerê ji tesfiyebûnê biparêze, çûyîna derveyî welat rast dît. Lê belê Rêber Apo ji bo çûyîna derveyî welat Rojhilata Navîn hilbijart. Rêber Apo çûyîna derveyî welat weke amadekarî û tedbîrê dinirxand.
Rêber Apo texmîn kir ku pêvajoyeke bi vî rengî wê pêk were, lewma çû derveyî welat û hewl da ku ji bo tevgerê derfetên bicihbûnê, perwerdeya îdeolojîk û leşkerî biafirîne.
Rejîma cûnta ya faşîst a 12'ê Îlonê bi tundî bi ser şoreşgeran de çû. Gelek şoreşger hatin girtin û êşkence li wan hate kirin. Zindan kirin navendên êşkenceyê. Girtîgeha leşkerî ya Amedê navenda herî sereke bû ku kadro û sempatîzanên PKK'ê lê dihatin girtin. Êşkenceya ku li girtîgeha leşkerî ya Amedê li kadro, sempatîzan û welatparêzên Kurd hate kirin, tenê bi karakterê dewleta Tirk a mêtinger qirker ê dijminê Kurdan dikare bê vegotin. Piraniya şoreşgeran di destê dijmin de dîl hatibûn girtin.
Berxwedana hevalan a li zindanê ya ku di bin şert û mercên giran ên êşkenceyê de teslîm nebûn, konsepta tesfiyeyê ya ku rejîma 12’ê Îlonê dixwest bi pêş bixe, têk bir û ev rejîma faşîst a leşkerî ya êşkencekar têk çû. Bi Berxwedana 14’ê Tîrmehê re girtî li dora berxwedanê kom bûn, teslîmiyet, îtîrafkarî, poşmanî û her cure lewazî û bêbiryarî hate mehkûmkirin. Bi Berxwedana 14’ê Tîrmehê re qanûn û rêgezên rejîma 12’ê Îlonê hatin şikandin û ji nû ve hawirdora rêxistinbûyî ya berxwedanê hate afirandin, xeta berxwedanê serwer bû.”
Ji bo têkbirina AKP-MHP´ê serwextbûna li 14´ê Tîrmehê
Cemîl Bayik got, ji bo bipêşxistina têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û têkbirina faşîzmê, serwextbûna li xeta 14’ê Tîrmehê gelekî girîng e û wiha nivîsî: “Faşîzma AKP-MHP’ê esas, dewama rejîma faşîst a dagirker a 12’ê Îlonê ye. Li ser vî bingehî polîtîkayên xwe yên qirkirina Kurdan kûrtir dike û êrişên xwe zêde dike. Tecrîda li ser Rêber Apo kûr dike, hewl dide bi tesfiyekirina Tevgera me re bipêşketinên ku me afirandine, ji holê rake û qirkirina Kurdan temam bike. Ji bo ku em weke Kurd vê rejîma faşîst û dijminê mirovahiyê têk bibin, divê em weke Tevger û gel têkoşîna xwe ya li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê mezintir û geştir bikin. Bêguman em dikarin vê yekê bi kûrkirina xeta 14’ê Tîrmehê pêk bînin û bi ser bixin.”