Em bi tenê lawazin yekgirtî bi hêz in

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 5 Kanûn 2022 - 03:53

Malzemeya cam a ku bêhtir bi sîlikê tê çêkirin, ji bo gelek alavan tê bikaranîn. Gelek caran cam di destên hosteyan de vediguhere tiştekî din û berhemên gelek xweşik yên weke guldank û awîze pê tên çêkirin. Lê hosteya caman, Carol Milne vê malzemeyê bi awayekî cuda dinirxîne. Ew ji caman peykeran çêdike. Peykerên ku mirovan difikirînin.

Di peykerên wê de du dest hene ku rahiştine şîşikan û bi van şîşikan benan dihûnin. Destpêkê wê ji du destên ku xwe xêz dikin îlham wergirtiye û bi vê îlhamê, ev peyker çêkirine. Du destên ku ben duhûnin, îşaret bi afirîneriya wê jî dikin. Dema wê çend hosteyên xwe ji dest dane, ev yek hatiye bîra wê û ji bo ku wan bi bîr bîne, bi vî hunerî daketiye. Vî karî ji bo xwe weke medîtasyonekê dibîne. Bi vî awayî ew dixwaze bibêje, mirov dikare bibe mamosteyê xwe û xwe bi xwe rêyekê peyda bike ji bo afirîneriyê. 

Ew ji bo van peykerên xwe çêke, ji malzemeya şimayê sûdê werdigere û qalibên xwe yên ji bo peykeran, ji şimayê çêdike. Piştî ku qalib çêkir û avêt firnê, paşê wan derdixe û şimayê davêje. Di dawiyê de jî ev peykerên ji camê yên ku keda destan nîşan didin, derdikevin holê. Carol Milne van peykerên xwe ji bo rewşa civakî jî weke metaforekê dinirxîne û dibêje, “Benên bi serê xwe lawaz in, dema zêde dibin û dibin yek, hêza wan zêdetir dibe. Dibe ku hin ji wan bêne ber qetanê, lê heger ew bi hev ve girêdayî bin zû bi zû hevbernadin û naqetin. Em jî weke camê hem zû dişkin û hem jî bi hêz in. Jiyan û pêdiviyên me bi ahenga gerdûnê ve girêdayî ne. Em weke insan bi tena serê xwe bê hêz in lê heger em yekgirtî bin, hêza me jî li gorî wê zêde dibe.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.