Eşîrên Reqa û Tebqayê li mêvanxaneya Şêx Hiwedî Şîlaş El Hiwedî daxuyanî dan.
Şêxê Eşîra El Weldeyê Hamîd Ferec daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de bi awayekî berfireh qala rewşa li Sûrî tê kirin çawa gelek dewletan di teror, geşkirina wê û rewşa niha de destê wan heye û bi vî awayî jî Sûriyî ketiye tuneleke tarî, rastî derbên biêş ji hundir û derve tê.
Daxuyanî weha dewam dike: “Ji nava van êş û azaran QSD’ê hat avakirin. Her wiha stratejiyek danî ku hedefa wê ya bingehîn rizgarkirina Sûriyê ji tevahî şêweyên terorê ye da ku bigihîne hedefên xwe. Ew jî neteweya demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kiriye.
Tevahî pêkhateyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev stratejî pêşwaz kir. Bi wê re tevahî hezwelat ji tevahî pêkhateyên herêmê tev li QSD’ê bûn û êdî para eşîrên ereb di sazûmaniya van hêzan de a herî mezin e.
Bi avakirina QSD’ê re tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi piştevaniya hêzên Koalîsyona Navdewletî ji qirêjiya terorê hatin rizgarkirin.
Wek şêx û êlên eşîrên herêma Reqayê em piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re dubare tînin ziman."

ANF/REQA