Komîteya TEV-ÇAND'ê ya PKK'ê got, Hunermend, wêjekar, nivîskar û rewşenbîr çawa ku di dîrokê de li dijî rejîmên qirker komî ser hev bûne, niha jî li dijî faşîzma AKP-MHP'ê û hevkariya PDK'ê ya bi vê faşîzmê re, divê li dora berjewendiyên netewî kom bibin.
Komîteya TEV-ÇAND'ê ya PKK'ê bi daxuyaniyeke niviskî got, ''Çi rewşenbîr, hunermend, nivîskar û wêjekar ku li ser rêya heqîqetê dimeşin nikarin xwe li derî vê pêvajoyê bihêlin, divê hay ji berpirsyariyên xwe hebin û wiha tevbigerin.''

Komîteya TEV-ÇAND'ê ya PKK'ê wiha got: ''Dewleta Tirk bi destê faşîzma AKP-MHP'ê li çar hêlên Kurdistanê polîtîkaya qirkirinê rê ve dibe. Faşîzma AKP-MHP'ê bi êrîşên qirkirinê ne tenê tevgera azadiyê, gelê Kurd kiriye hedef, polîtîkaya qirkirina çandî rê ve dibe. Malbata Barzanî, PDK, ENKS û mixabin hin derdorên ku li nav civakê  bi nivîskarî, hunermendî, wêjekarî û nivîskariyê têne dîttin jî dibine amûrê êrîşên faşîzma qirker, hin jê jî ne him û ne gum ji wan tê, xwe kerr û kor dikin, deng ji xwe nayînin.

Em TEV-ÇAND bi tevgera azadiyê re, bi têkoşîna birûmet a mezin a gelê xwe re ne. Hêz bi yekbûn û bi rêxistinîbûnê ye. Bi yekbûnê mirov dikare bi ser bikeve. Em bi hev re dikarin bi ser bikevin. Em bang li pêşmergeyên PDK'ê dikin: Nebin hevkarê konsepta ku dewleta Tirk Başûr dagir bike, nebin hevkarê konsepta êrîşa li ser PKK'ê, bersiva bi başî bidin bangên diyalogê yên di çarçoweya yekîtiya netewî ya tevgera azadiyê de, em bang dikin ku li rex gerîla li dijî mêtingeriyê li ber xwe bidin.''

NAVENDA NÛÇEYAN