Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) peyama Newrozê ji hêzên HPG'ê re şand û destnîşan kir ku ji bo dawî li rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst bînin, ew li her qadê ji her demê bêhtir amade ne.
NPGʼê cejna Newrozê li gerîlayan hemûyan pîroz kir û got: "Em bi navê hemû gerîlayên azadiya Kurdistan cejna Newrozê li Rêber Apo pîroz dikin. Silav, dilsozî û rêzdariyê xwe pêşkeş dikin. Em cejna Newrozê li tevahî gelê Kurdistanê, li tevahî gelên herêmê li tevahî hevalan, xebatkaran û li dostan pîroz dikin. Bi taybet em cejna Newrozê li tevahî dayikên şehîdan pîroz dikin. Di ev roja girîng û pîroz de tevahî şehîdên Newrozê û tevahî şehîdên Kurdistan di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan de bi bîr tînin. Me sozê dayî wan em di ev roja pîroz de dubare dikin. Em ê şopdarê wan bin.
Hefteya qehremaniyê
Şehadeta hevalê Egîd di 28’ê Adara 1986’an de ye. Şehadeta Mazlûm Dogan û yê Mahsûn Korkmaz di navberê de hefteyek heye. Ango ji 21’ê Adarê heta 28’ê Adarê sekin û berxwedaniya van hevalana vê hefteyê kir hefteya qehremaniyê. Hefteya qehremaniyê di têkoşîna me de wek bilindkirina berxwedanê, bibîranîna Mazlûm û Mahsûnan tê dîtin û wisa bûye sedema xurtkirina têkoşînê. Di dîroka têkoşîna me de hefteya qehremaniyê her tim roleke wisa leyîstiye. Niha jî li pêş me hefteya qehremaniyê heye. Bêguman divê em hefteya qehremaniyê li gorî kevneşopiya wê pêşwazî bikin û wisa beşdar bibin.”
NPG di daxuyaniya xwe de qala bandora berxwedana Garê dike û agahiyeke nû dide û dibêje, hêzên gerîla di berxwedana Garê de rêveberê êrişê albay Necmî Arman 13ʼê Sibatê kuştine.
NAVENDA NÛÇEYAN